Tîma Lêkolînê ya Infowelatê, di çarçoveya projeya xwe ya lêkolîna ezmûnên otonomî û federalîyê de, dosyeya xwe ya 4em ku li ser Skotlandê hatiye amadekirin, weşand.
Infowelatê ku di xebatên xwe yên lêkolînî de giranîyê dide modelên otonomî û federalîyê yên cîhanê, di dosyeya xwe ya nû de modeleke taybet a Ewrûpayê nirxand. Di vê dosyeya Skotlandê de meseleyên îdarî, dîroka peymana yekîtîya bi Îngilistanê re û geşedana xweserîya Skotlandê di nav Qralîyeta Yekbûyî (UK) de bi kûrahî hatiye îzeh kirin.
Pêvajoya devolutionê û otonomîya asîmetrîk
Di dosyeyê de behsa pêvajoya kûr a devolution (transferkirina erkan) tê kirin ku ji sala 1999an û vir ve didome. Tê destnîşankirin ku Skotland di nav sîstema Brîtanyayê de nimûneyeke berçav a otonomîya asîmetrîk ava dike. Parlamento û hukumeta Skotlandê di gelek qadên wekî tenduristî, perwerdehî, berpirsiyarîyên civakî û edaletê de xwedî erkên serbixwe ne, lê belê di mijarên parastin û siyaseta derve de bi navendê ve girêdayî ye.
Lêkolîn rewşa heyî ya Partîya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) û nîqaşên li ser referandûma duyem a serxwebûnê jî analîz dike. Ji bilî nîqaşên qanûnî û siyasî yên bi Londonê re, dosyeyê bal kişandiye ser wê yekê ku Skotland piştî Brexitê çawa hewl dide têkilîyên xwe bi Yekîtîya Ewrûpayê re biparêze û sînorên otonomîya aborî berfirehtir bike.
12 welatên otonom û federal
Lêkolîna li ser Quebecê beşek ji projeya berfireh a Infowelatê ye. Infowelat ragihandî ye ku bi vê projeyê wê lêkolînên li ser 12 welatên otonom û federal ên cîhanê biweşîne. Berîya Skotlandê, tecrûbeya otonomîya Giravên Alandê, Tîrola Başûr û federalîya Quebecê ji aliyê Tîma Lêkolînê ya Infowelatê ve hatibûn weşandin. Infowelatê bi vê projeya xwe hewld dide tecrûbeyên cîhanê kom bike û lîteratûra serwerîyê bi kurdî biweşîne.
———————-
Hûn dikarin dosyeyên taybet ên Skotland û welatên din rasterast li ser malpera Infowelatê bişopînin û wekî PDF daxin.



