SerupelNûçeQanûna çarçoveyê tê parlamentoyê: Di reşnivîsê de çi heye?

Qanûna çarçoveyê tê parlamentoyê: Di reşnivîsê de çi heye?

Reşnivîsa "Qanûna Çarçove" ku rê li ber vegera şervanên PKKê û siyasetmedaran vedike, tê rojeva TBMMê. Her çend Abdullah Ocalan û rêveberiya bilind a PKKê di reşnivîsa yekem a AKP-MHPê de cî nagirin jî, bi hevdîtinên dawî yên Îmraliyê re ronîya kesk ji bo vê pêvajoyê hat dayîn. Qonaxa yekem vegera siyasetmedarên li Ewrûpayê penaber in, şêniyên Mexmûrê û jinûvebirêxistinkirina siyaseta legal a kurd digire nav xwe.

Serokomarê Tirkîyeyê Erdogan ragihand ku di rojên pêş de qanûna li ser pêvajoyê tê rojeva parlamentoyê. Tê diyarkirin ku reşnivîsa Qanûna Çarçoveyê berîya radestî parlamentoyê bê kirin gihîştiye Îmraliyê û nirxandina Abdullah Ocalan hatine girtin, astengiyên li ber pêvajoyê hatine rakirin û roniya kesk ji bo qonaxa qanûnî hatiye dayîn.

Nîqaşên herî zêde yên li ser naveroka vê qanûnê, li ser sînorên çarçoveyê û awayê bicihanîna wê di navbera aliyan de berdewam dikin.

Vegera ji Ewrûpayê û Mexmûrê

Li gorî agahiyên ji aliyê çapemeniya tirk û çavkaniyên kurd ve hatine belavkirin, qanûna yekem ji sê beşan pêk tê:

Siyasetmedarên li Ewrûpayê: Siyasetmedarên kurd ên ku ji ber kar û barên siyasetê mecbûr mabûn biçin Ewrûpayê, di qonaxa yekem de wê vegerin Tirkiyeyê. Tê payîn ku wê bi vegera siyasetmedaran, zemîna hiqûqî û siyasî ji bo berdana siyasetmedarên wekî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdağ jî xurt bike.

Kampa Mexmûrê: Vegera sivîl û malbatên li Kampa Mexmûrê ku di salên 90î de çûbûn wir, wê di bin çavdêriya komîsyonan de gav bi gav dest pê bike.

Girtî û şervanên bêsûc: Ji bo kesên di girtîgehê de yên ku tevlî ti çalakiyên çekdarî nebûne û yên nû tevlî bûne bi şertê plana kontrola edlî ya 3 salan tên berdan.

Rewşa Ocalan û rêveberiya PKKê

Yek ji nîqaşên herî germ ên li ser reşnivîsê ev e ku rêveberiya bilind a PKKê û statuya Abdullah Ocalan a di vê paketê de cih nagirin. Rêveberiya PKKê berê hişyarî dabû ku qanûneke wekî “poşmaniyê” ku Ocalan ji derve dihêle, wê bi ser nekeve.

Lêbelê di rojên dawî de hat ragihandin ku fermiyet û “mafê hêviyê” (rewşa Ocalan a qanûnî) wê paşê bibe rojeveke qanûnî ya cuda. Di vê qonaxê de, mercên karkirinê yên Ocalan li Îmraliyê tê berfirehkirin; rê li ber hevdîtinên bi heyetan, rojnamevan û akademîsyenan re tê vekirin da ku ew bikaribe ji hundir ve pêvajoyê birêve bibe.