SerupelNûçeErdogan: Qanûna pêvajoyê tê rojeva parlamentoyê

Erdogan: Qanûna pêvajoyê tê rojeva parlamentoyê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku qanûna çarçoveyê li ser  pêvajoyê di rojên pêş de tê rojeva parlamentoyê. Erdogan bal kişand ser bandora aborî ya pêvajoyê û diyar kir ku wê hemû civak çareseriya mayînde sûdê wergirin. Li aliyê din, rêveberiya Tevgera Apoyî jî diyar kir ku ji bo bicîanîna biryar û qanûnan mercê wan ê sereke birêvebirina pêvajoyê ya ji aliyê Abdullah Ocalan ve ye.

Pêvajoya ku ji bo bêçekirina PKKê berdewam dike, dikeve qonaxeke nû û qanûnî. Di asta herî bilind de hat ragihandin ku rêziknameya qanûnî ya derbarê pêvajoyê de wê di demeke kurt de pêşkêşî Parlamentoya Tirkîyeyê (TBMM) bê kirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî Civîna Kabîneyê ya li Beştepê daxuyaniyekê da û bal kişand ser mijarên navxweyî û derve. Erdogan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di civînê de “ji aboriyê heta polîtîkaya derveyî, ji polîtîkaya enerjiyê heta pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’” gelek mijar hatine gotûbêjkirin.

Erdogan eşkere kir ku qanûna çarçoveyê ya ku li bendê bûn di rojên pêş de tê parlamentoyê, lê behsa naveroka vê qanûnê nekir.

2,3 trîlyon dolar mesrefên ewlehîyê

Erdogan di axaftina xwe de li ser lêçûn û encamên aborî yên polîtîkayên ewlehîyê jî rawestiya. Erdogan ku “lêçûna rasterast û nerasterast a terorê ji bo Tirkiyeyê ji 2,3 trilyon dolarî derbas kirîye” û îdia kir ku eger ev pêvajo bi encam bibe wê ev bar ji holê rabibe.

Erdogan nêrîna xwe ya têkildarî “çareseriya mayînde” bi van gotinan şzeh kir:

“Gava ku ev mesele bi awayekî mayînde hat çareserkirin, yê ku qezenc bike wê bi 86 milyon welatiyên xwe Tirkîye be, gel be û welat be. Çawa ku mirovên karsaz qezenc dikin, wê birayên me yên kedkar jî qezenc bikin. Çawa ku cotkarên me qezenc dikin, wê turîstkarên me jî qezenc bikin. Çawa ku veberhênêr û hinardekar qezenc dikin, wê jina malê û teqawidbûyî jî qezenc bikin. Çawa ku tirk qezenc dike, wê kurd, rreb, laz û çerkes jî qezenc bike. Gava astengîyaterorê ji holê rabû, aboriya Tirkiyeyê wê di her qadê de dest bi nivîsandina çîrokeke nû bike.”

Tevgera Apoyî daxuyanî da

Piştî van daxuyaniyan, ji aliyê Rêveberiya PKKê ve ku xwe wekî Tevgera Apoyî pênase dike, daxuyaniyek ser naverok û siberoja qanûnê hat belavkirin. Rêveberiya Tevgerê bal kişand ser girîngiya helwesta pratîkî û rol û rojeva Abdullah Ocalan û wiha got:

“Heta Rêber Apo bi xwe pêvajoyê birêve nebe, ne pêkan e ku biryar û qanûna derdikeve bê bicîanîn. Wekî ku me berê jî gelek caran diyar kiriye, em ê nêzîkatî û helwesta xwe ya bingehîn piştî dîtina qanûnê diyar bikin. Bêguman gava ku qanûn erênî be, em ê bibin teşwîqkar û erka ku dikeve ser milê me em ê bi cih bînin.”

Paşxaneya pêvajoyê

Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê di sibata 2025an de, bi banga lîderê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kiribû. Di gulana heman salê de, PKKê kongreya xwe lidar xistibû û tê de biryara hilweşandina rêxistinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya 50 salî ragihandibû. Di 11ê tîrmeha 2025an de, pêvajoya çekdanînê bi merasîmeke li başûrê Kurdistanê bi awayekî temsîlî dest pê kir û li parlamentoyê komîsyoneke taybet ji bo çavdêrîkirina vê pêvajoyê hat avakirin. Qanûan çarçoveyê ji bo Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê bi encam bibe hatîye amadekirin.