Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth, li Senatoyê di rûniştineke dijwar de zêdebûna mesrefên leşkerî yên li dijî Îranê parast. Hegseth da zanîn ku mesrefên leşkerî heta niha gihîştine 37.5 mîlyar dolarî. Ev reqam ji texmînên berê gelekî bilindtir e.
Hegseth diyar kir ku ji bo artêş rûbirûyî kêmasiyên mezin nebe, hewcedariya wan bi çavkaniyên darayî yên lezgîn heye. Lêbelê, dema ku ew li Senatoyê diaxifî, rûniştin ji ber xwepêşanderên dijî şer gelek caran hate rawestandin. Bi taybetî, nerazîbûnên dawî piştî mirina 3 leşkerên din zêdetir bûn. Bi windahîyên dawî re hejmara amerîkîyên bûn qurbana şer gihîşt 17 kesî.
Li aliyekî din, di rûniştinê de senatorên Demokrat helwesta rêveberiyê bi tundî rexne kirin. Senator Patty Murray hişyarî da ku Amerîka dîsa dikeve nav “şerekî bêdawî” û pirsî ka çima ji bo fonên nû daxwaz tê kirin? Murrray got ku hin butçeyên berê hatine pejirandin hîn nehatine bikaranîn.
Li aliyê din, Komarger hewl didin ku pakêteke butçeyê ya 95 mîlyar dolarî bixin meriyetê. Di nav vê pakêtê de ji bo ewlehiya neteweyî, piştgiriya çandinîyê û ewlehîya hilbijartinan çavkanî hatine veqetandin. Li gorî rapirsiyan, piraniya gelê Amerîkayê siyaseta Serok Donald Trump ne razî ne.



