SerupelNûçeSanae Takaîçî li Japonyayê serkeftineke dîrokî bi dest xist

Sanae Takaîçî li Japonyayê serkeftineke dîrokî bi dest xist

Partîya Demokratîk a Lîberal Sanae Takaichi di hilbijartina Japonyayê de bû xwedîyê serkeftineke dîrokî. 310 kursîyên ji 465 kursîyên Parlamentoya Japonyayê ketin destên vê partîyê. 

Japonya duh hilbijartineke din a parlamentoyê li dûv xwe hişt. Partîya Demokratîk a Lîberal (PDL) a serokwezîra jin Sanae Takaîçî di hilbijartinê de serkeftinekê bi dest xist. 310 kursîyên ji 465 kursîyên Parlamentoya Japonyayê ket destên vê partîyê. Bi vê encamê, serokwezîr Takaîçî wê erka xwe bidomîne.

Sanae Takaîçî meha borî biryara hilbijartina pêşext dabû. Gelek pispor di wê bawerîyê de bûn ku hilbijartin ji bo rêveberîya li ser kar rîsk e. Ji ber ku navê PDLya di bin rêveberîya Takaîçî de tevlî skandalên bikaranîna nelirê yên fonên dewletê bûbû.

Encamên hilbijartinê ligel misogerkirina domandina rêveberîyê, kontrola PDLê ya li ser polîtîkaya japon xurt dike. Tevlî partîyên hevkar, kursîyên hikumeta koalîsyonê digihîje 340î. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, cara ewile ku partîyekê ji duyan sêyê kursîyên parlamentoyê bi dest dixe.

Bidestxitina piranîyê ya di asta bilind de wê destûrê bide ku dengdana di senatoyê de bandorê li partîya Takaîçî neke. Ev ê jî wê destûrê bide, PDL bikaribe pêşnûmayên ji bo guherîna destûra bingehîn pêşnîyaz bike.