SerupelAborîParlamentoya Ewrûpayê peymana bi DYAyê re erê kir

Parlamentoya Ewrûpayê peymana bi DYAyê re erê kir

Parlamentoya Ewrûpayê peymana bazirganiyê ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re pejirand. Armanca peymanê ew e ku alozîya bazirganîyê were kêmkirin.

Parlamentoya Ewrûpayê (YE) di dengdana îro de peymana bazirganiyê ya ku sala borî bi DYA re hatibû îmzekirin, pejirand. Peyman di Parlamentoyê de bi 440 dengên erê, 151 dengên na û 50 bêdeng hat qebûl kirin.

Li gorî peymanê, DYA wê baca 15 ji % li ser gelek berhemên YE bisepîne û YE jî bacên li ser gelek malên pîşesazî yên Amerîkî rabike û zêdetir bazara xwe berhemên çandiniyê yên DYAyê vebike.

Serokê Komîteya Bazirganiyê ya Parlamentoya Ewrûpayê Bernd Lange got ku bi vê peymanê berjewendiyên wê baştir tê parastin û Parlamento wê çavdêriya bicihanîna peymanê bike.

Piştî pejirandina peymanê, Komeleya Pîşesaziya Otomobîlan a Almanyayê (VDA) daxwaz kir ku rêveberiyên Ewrûpayê bi lez şertên peymanê bicih bînin. Seroka VDAyê Hildegard Mueller got ku şertûmercên aram ji bo şîrketên ewrûpî girîng in.

Peyman di tebaxa sala borî de di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen de hatibû îmzekirin. Lêbelê ji ber hinek prosedûrên hiqûqî û nakokiyên siyasî erêkirina peymanê ji alîyê YEyê dereng ket.

Ji bo peyman têkeve merîyetê divê ji alîyê Konseya Ewrûpayê jî bi fermî bê erêkirin û di Rojnameya Fermî ya YEyê de bê weşandin.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.