SerupelNûçeDYA û Îran wê li Swîsreyê peymana aştiyê îmze bikin

DYA û Îran wê li Swîsreyê peymana aştiyê îmze bikin

DYA û Îran amade ne ku roja Înê li bajarê uzernê yê li Swîsreyê peymanekê îmze bikin ku armanca wê bidawîkirina pevçûna alozîya ji sê mehan zêdetire dm dike.

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê wê roja înê peymanekê îmze bikin. Cîyê peyman wê şo bê îmzekirin navenda tûrîstîk Burgenstock a li bajarê Luzernê ye. Li gorî wezaretê, cihê wê peyman bê îmzekirin, ji aliyê navbeynkarên pakistanî û qeterî, DYA û Îranê ve hatîe pêşniyazkirin. Tê payîn ku Cîgirê Serokê DYAyê JD Vance û serokê şandeye Îranê Mohammad Baqer Qalibaf beşdarî merasîma îmzekirinê bibin.

Li alîyekî din, Hîzbullah ragihand ku ji Tehranê temînat wergirtiye ku di qonaxa danûstandinên aştiyê de mijara vekişîna hêzên Îsraîlê ji Lubnanê wê bi Washingtonê re were nîqaşkirin. Hîzbullahê got ku “eger Îsraîl ji Lubnanê venekişe, peymaneke ku dawî li alozîyê bîne di navbera Îran û DYA de nayê çêkirin.”

Serokê DYAyê Donald Trump jî di civîna G7an de got ku memoranduma ku DYA û Îran li ser li hev kirine destnîşan dike ku Îran nikare bibe xwedî çekên nukleerî. Trump got ku teksta tevahî ya belgeyê dê di çend rojên pêş de ji medyayê re were belavkirin.

Her wiha, televîzyona dewletî ya Îranê jî ragihand ku tankerên petrolê yên Îranê piştî lihevkirina destpêkê dîsa dest bi rêwîtiyên deryayî kirine. Di heman demê de, li gor agahiyên Reutersê, di çarçoveya peymanê de fonek taybet a 300 milyar dolarî ji ji bo Îranê hatîye terxankirin. Reutersê da zanîn ku armanca vê fonê veberhênanên li sektorên enerjî, veguhestin û pîşesaziyê ya Îranê ye û ev yek bi mebesta Îranî ji bo peymanê teşwîq bike hatîye rojevê.

 

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.