Wezîrê Karên Derve yê rêveberiya Donald Trump a ewil Michael R. Pompeoyê ku wekî Mike Pompeo tê nasîn careke din li ser helwesta Amerîkayê ya li Rojava û Sûriyê nirxandin kir.
Mike Pompeo di nivîsareke ku di rojnameya The Washington Postê de belav bûye, rexneyên giran li rêveberiya Amerîkayê kir.
Wezîrê Karên Derve yê berê dibêje rewşa dawîn a li Sûriyê gelekî xeternak e. Amerîka serkeftinên bi têkoşînên dijwar ên li dijî DAEŞ’ê hatine bidestxistin dikare wenda bike. Vê yekê jî wê zirarê bide baweriya bi Amerîkayê ya li herêmê.
Mike Pompeo pê re jî got: “Eger Amerîka hêzên xwe yên dawîn ji Sûriyê vekişîne, Washington wê bi qumarê bilîze, ewlekariya leşkerên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn, îstikrara herêmê û ewlekariya gelê Amerîkayê wê bavêje talûkeyê.”
Wezîrê Karên Derve yê berê dilsoziya Hêzên Sûriya Demokratîk a şerê li dijî DAEŞ’ê û pênebaweriya rêveberiya Ahmed Şara û têkîliya wî ya bi El Qaîdeyê re anî ziman, pê re jî destnîşan kir ku Hêzên Suriya Demokratîk ên mutefîkên Amerîkayê eger ji aliyê rêveberiya Ahmed Şara ve bê têkbirin rewşeke xeternak wê pêk were.
Mike Pompeo ji rêveberiya Donald Trump daxwaz kir ku qedera HSD’ê terkî destên rêveberiya Şamê neke. Lewma jî pêşniyar kir ku bila Washington di navbera Rojava û rejîma Şamê de herêmeke tampon ava bike.
Mike Pompeo mînaka vekişîna Amerîkayê ya dema serokê berê Barack Obama û felaketên li pêyî vê vekişînê anî bîrê û ji bo vê dîrokê dubare nebe hişyarî da rêveberiya Donald Trump.
Mike Pompeo vekişîna HSD’ê ya ji herêmên Dêrezor û Reqayê wekî vekişîna bi fikar nirxand, fikarên li ser serbestberdana endamên DAEŞ’ên yên ji Girtîgeha Şeddadî anî ziman. Pê re jî destnîşan kir ku van pêşdeçênan ne tenê ji bo kêmarên wekî gelên Durzî û Kurd, herweha ji bo hemû herêmê dikare bibe sedema qeyraneke mezin. Eger vê rewşê neyê kontrolkirin, di demeke kurt de, ji ciyûwarkinên mezin û paqijiya etnîk dikare pêk were û DAEŞ careke din li nava Sûriyê xurt bibe û ji nû ve wekî tehdîta terora gerdunî derkeve holê.

