SerupelNûçeMîadê Peymana NEW START'ê ya Rûsya û Amerîkayê qediya

Mîadê Peymana NEW START’ê ya Rûsya û Amerîkayê qediya

Peymana Kêmkirina Sîlehên Stratejîk a di navbera Rûsya û Amerîkayê de bi dawî dibe. Piştî bidawîkirina peymanê, qaîdeyeke ku herdu hêzên mezin sînor bike namîne. Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dibêje piştî bidawîkirina peymanê, cîhan wê bitalûketir bibe.

Mîadê Peymana New START di navbera Rûsya û Amerîkayê, di nîvê şeva 5 Sibat 2026’an de diqede.

Peymana DESPÊKA NÛ ya ku wekî Peymana Kêmkirina Sîlehên Stratejîk Ên Nukleer tê pênasekirin, ji serê dehên salan ve ye, hilberîna sîlehên nukleer ên Rûsya û Amerîkayê sînor dike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî radigihîne, aliyan ji bo careke din bê dirêjkirin li hev nekirine.

Moskowê rojek berê diyar kiribû ku Rûsya wê bi berpirsiyarî tev bigere, bes eger ewlekariya wê bê tehdîtkirin, ewê jî tedbîrên “bêguman” bistîne.

Washingtonê li ser pêşeroja peymanê heta niha tiştek ranegihandiye.

QAÎDEYEKE KU HERDU HÊZÊN MEZIN SÎNOR BIKE NAMÎNE

Li gorî peymana ku sala 2010’an di navbera Rûsya û Amerîkayê de hatibû îmzekirin, him ji bo Amerîka û him jî ji bo Rûsyayê hilberîna serikên nukleer bi hejmara 1.550 sînor dike.

Mîadê peymana heyî li gel sala borî qediya bû jî, Rûsyayê dabû ragihandin ku saleke din wê li gorî qaîdeyên peymanê tev bigere.

Serokê Amerîkayê Donald Trump tevî ku di meha Cotmehê de dirêjkirina peymanê wekî fikreke baş pênase kiribû jî, ji bo peyman dirêj bibe tu gav neavêtibû.

Donald Trump daxwaz dike ku Çîn jî di nava peymanê de cî bigire, bes him Pekîn û him jî Moskow daxwaza Trump napejirînin.

Piştî bidawîkirina peymana New START’ê, qaîdeyeke ku herdu hêzên mezin Amerîka û Rûsyayê sînor bike namîne.

Ev yek jî tê maneya ku van herdu hêzên mezin ên nukleer, Rûsya û Amerîka ji bo hilberîna çekên nukleer êdî wê li gorî tu qaîdeyan tev negerin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dibêje piştî bidawîkirina peymanê, cîhan wê bitalûketir bibe.

PEYMANA NEW STARTÊ

Amerîkayê Peymana Kêmkirina Sîlehên Stratejîk cara ewil bi navê STAR 1’ê, di sala 1991’ê de bi Rûsyaya Sowyetê û pê re jî di sala 1993’an de bi navê START 2 bi Federasyona Rûsyayê re îmze kiribû.

Peymana New START’ê di sala 2010’an de wekî domahîka van peymanan hatibû îmzekirin.

Li gorî daneyên Înstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê SIPRI’yê heta sala 2025’an Rûsyayê 5 hezar û 459 û Amerîkayê jî 5 hezar û 177 serikên nukleer hilberandine.

Serikên nukleer ên Çînê jî wekî 600 tê texmînkirin.

A.Rahman ÇELÎK
A.Rahman ÇELÎKhttps://berwarnews.com
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.