SerupelCivakLi Amedê 2. Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan dest pê kir

Li Amedê 2. Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan dest pê kir

Armanca tûrnûvayê ev e ku bi rêya sporê jinan bîne ba hev û bi saya hêza yekîtiyê ya sporê hevgirtina jinan derxîne pêş. Ji 30 saziyên jinan, 21 tîman serî lê dane.

Şaredariya Kayapinarê ya Amedê di 6’ê Nîsanê de, 2. Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan da destpêkirin. Tûrnûva ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya şaredariyê tê organîzekirin.

Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya şaredariyê armanca tûrvûvayê wekî ku jinan bi rêya sporê bîne ba hev û bi saya hêza yekîtiyê ya sporê hevgirtina jinan derxîne pêş da ragihandin.

Ji bo tûrnûvayê, bi 30 saziyên jinan hevdîtin hatiye kirin. Ji van saziyan 21 tîman serî lê dane û di turnuvaya ku di 6’ê Nîsanê da destpêkirin de dilîzin.

Tûrnûva li Hêwana Sporê ya Sergirtî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Tesîsên Amedsporê) tê lidarxistin. Sporhez dikarin li vê hêwanê li berebaziyên tîman temaşe bikin.