SerupelNûçeAlmanya nahêle kesên karibin şer bikin li derveyî welat bijiyin

Almanya nahêle kesên karibin şer bikin li derveyî welat bijiyin

Kesên di navbera temenê 17 û 45 salî de, ji bo karibin ji sê mehan zêdetir li derveyî welat bimînin, divên destûrê bistînin. Qanûna li ser vê babetê di meha Çileyê de ketiye meriyetê. Bes heta niha nehatibû eyankirin.

  • Qanûna nû bandorê li kesên di navbera temenê 17 û 45 salî de dike. Van kesan ji bo karibin ji sê mehan zêdetir li derveyî welat bimînin, divên destûrê bistînin.
  • Wezareta Parastinê qaîdeyên jê bêrî girtinê amade dike, destnîşan dike ku xizmeta leşkerî li ser esasê dilsoziyê tê kirin.
  • Siyasetmedarên muxalif qanûnê rexne dikin, dibêjin di qanûnê de tevlihevî heye.

Almanya di qanûna xizmeta leşkeriyê de guherîn pêk anî. Wezareta Parastinê guherînên nû ragihand, dibêje kesên di temenê dikarin şer bikin de, bê destûr, ji sê mehan zêdetir nikarin li derveyî welat bimînin.

Qanûna li ser vê babetê di meha Çileyê de ketiye meriyetê. Bes heta niha nehatibû eyankirin. Vê qanûna ku bandorê li milyonan kesên di navbera temenê 17 û 45 salî de dike, piştî ku rojnameyeke herêmî ew anî rojevê, eyan bû.

Parlemana Almanyayê di meha Kanûnê de xizmeta leşkeriya bi dilsozî qebûl kir. Di çarçoveya vê qanûnê de anketeke bê dixwazin tevî hêzên leşkerî bibin, ji kesên di temenê 18 salî de hat şandin.

Ji meha Tîrmaha 2027 û pê ve ji bo bê zanibin bi kêrî xizmetê tên, wê ji kontrolê derbas bibin.

Jin jî karin tevn xizmeta leşkerî ya bi dilsozî bibin bes li gorî Qanûna Bingehîn nikarin wan bixin nav xizmeta mecbûrî.

Leşkerên Alman li Rûsyayê – navbera salên 1941-1942

Armanca vê qanûnê wekî ku Almanya dixwaze li dij tehdîtên Rûsyayê yên li pêyî dagirkirina Ûkraynayê, parastina xwe xurt bikê tê ravekirin.

Wezareta Parastinê leşkeriya bi dilsozî destnîşan dike û dibêje ji bo burokrasiya bêkêr ji holê bê rakirin, ew li ser qaîdeyên jê bêrîgirtinê dixebitin. Lewre di qanûnûna heyî de nezelalî heye.

Wezaret dibêje “di rewşeke acîl de, lazim e em zanibin bê kî li derveyî welat dijiye.”

Di halê hazir de 183.000 leşkerên Almanyayê hene. Almanya hewl dide heta sala 2035’an vê hejmarê derxe 260.000 kesan.