SerupelUncategorizedHSD û Rêveberiya Demkî ya Sûriyê peymana agirbestê ragihandin

HSD û Rêveberiya Demkî ya Sûriyê peymana agirbestê ragihandin

Pevçûnên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û rêveberiya demkî ya Şamê de bi dawî bûn. HSD û rêveberiya Şamê peymaneke agirbestê îmze kirin. Mezlûm Ebdî ji bo peymanê misoger bike diçe Şamê.

Pevçûnên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û rêveberiya demkî ya Şamê de bi dawî bûn.

Serokê demkî yê Sûriyê yê lîderê HTŞ’ê Ahmed Şara bi rêya Ajansa Nûçeyan A Sûriyê SANA’yê peymaneke agirbestê ya ji 14 xalan pêk tê ragihand.

Peyman ji aliyê qumandarê HSD’ê Mazlûm Ebdî jî ve hat piştrastkirin.

Serokê HSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir, wan hêzên xwe ji Dêrezor û Reqayê vekişandine Hesekê û ji bo peymanê misoger bikin, diçe Şamê.

Li gorî peymana hatiye îmzekirin, kontrola Dêrezor û Reqayê bi temamî dikeve destê rêveberiya Şamê.

Peymana heyî wekî peymaneke entegrasyonê tê nîşandayîn.

Xala Yekemîn a paymanê dibêje:

“Di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û HSD’ê de li gel di hemû enî û nuqteyên peyçûnan de peymaneke bêkêmanî pêk hatiye, hemû yekîneyên leşkerî yên girêdayî HSD’ê wê vekişin rojhilatê Firatê, ji bo ji nû ve bê bicîkirin wekî gaveke amadekariyê wê bê pêkanîn.”

Xala duyemîn: Bajarên Dêrezor û Reqayê bi awayê îdarî û leşkerî ve, derhalê û bêkêmanî wê dewrî hikûmeta Sûriyê bê kirin. Ev yek radestkirina kontrola hemû sazî û tesîsên sivîl, ji bo lêvegerandina wezîfeya wan a xebatkarên heyî yên di wezaretên têkîl ên hikûmeta Sûriyê de derhalê biryarname bê derxistin û taahûda ku hikûmet wê xebatkar û şervanên HSD’ê yan jî rêveberiya sivîl ên li herdu bajaran hedef negire di nava xwe de dihewîne.

Xala sêyemîn: Çi saziyên sivîl ên li Hesekê wê bi sazî û binyatên îdarî yên girêdayî dewleta Sûriyê re bêne entegrekirin.

Xala çaremîn: Hikûmeta Sûriyê wê hemê deriyên sînor û qadên petrol û gazê yên li herêmê dewir bistîne û ji bo van çavkaniyan karibin li Sûriyê vegerin, wê ji aliyê hêzên hikûmetê ve bêne parastin.

Xala pêncemîn: Çi kesên leşker ewlekar ên girêdayî HSD’ê, piştî ji lêpirsîna ewlekariyê derbas bibin, bi awayê kes wê di nava Wezaretên Parastinê û Navxweyî de bên entegrekirin. Di vê pêvajoyê de, rutbeyên wan ên leşkerî û mafên wan ên darayî û lojîstîk bêkêmanî wê bên dayîn, tevî vê yekê taybetmendiya herêmên Kurdan wê bên parastin.

Xala şeşemîn: Rêveberiya HSD’ê wê taahût bike ku tu kesên ji rejîma berê nexe nava refên xwe û wê lîsteyên serbazên rejîma berê yên li herêmên xwe teslîm bike.

Xala heftemîn: Ji bo walîtiya Hesekê biryarnameyeke serokomariyê ya tayînkirina namzetan pêşbînî dike wê bê derxistin; vê gavê ji bo armanca beşdariya siyasî û temsîliyeta herêmî têxe bin ewlehiyê tê avêtin.

Xala heyştemîn: Bajarê Eynulereb/Kobanî wê ji hêmanên leşkerî yên giran bê paqijkirin; ji şêniyên bajêr hêzeke ewlekariyê wê bê sazkirin û hêza polîsan a herêmî, bi awayê îdarî wê girêdayî Wezareta Navxweyî ya Sûriyê faaliyetê bike.

Xala nehemîn: Yekîneyên îdarî yên ji mehkûm û Kampên DAEŞ’ê berpirsiyar û hêzên ji parastina van tesîsan berpirsiyar, wê tevî hikûmeta Sûriyê bê kirin û hikûmeta Sûriyê wê hemû berpirsiyariya qanûnî û ewlekarî ya van qadan hilde ser xwe.

Xala dehemîn: Lîsteya ji aliyê rêveberiya HSD’ê ve, namzetên lîderên ku wê di warê leşkerî, ewlekarî û wezîfeyên sivîl de di nava binayata navendî ya dewletê de cî bigirin bê pêşkêşkirin, wê bê pesendkirin; vê gavê, armanc dike ku şirîkatiya netewî têxê bin ewlehiyê.

Xala yanzdemîn: Biryarnameya serokomariyê ya nimre 13 ya sala 2026’an, çareseriya meseleyên heq û medenî yên mafên çandî û zimanî yên gelê Kurd nas dike, pêşbînî dike ku wendahiyên mafan ên ji peymanên serdemên berê û mafên mal û milkiên wan li wan vegerîne.

Xala duwanzdemîn: HSD ji bo armanca serwerî û îstikrara herêmê, taahud dike ku wê hemû lîder û pêkhateyên PKK’ê yên  biyanî derxe derveyî sînorên Komara Ereb A Sûriyê.

Xala sêzdemîn: Dewleta Sûriyê taahud dike ku wê li dij DAEŞ’ê wê têkoşîna bi terorê re dewam bike, di vê çarçoveyê de wekî endameke aktîf a koalîsyona navneteweyî tevî Amerîkayê wê koordînasyona hevpar pêk bîne, ewlekarî û îstikrara herêmê têxe bin garantiyê.

Xala çardemîn: Xebatên ji bo mutabakatên têkîldarî gelê herêmên Efrîn û Şêx Mexsûd ji bo karibin bi awayê ewle û bi şeref vegerin malên xwe wê bên kirin.

A.Rahman ÇELÎK
A.Rahman ÇELÎKhttps://berwarnews.com
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.