E-Kovara Kurdistanê bi hejmara xwe ya 46. online e.
Girtina Xelata Hemingway a ji alîyê Burhan Sonmez ve nûçeya beşa Kurdistanê ye. Ji bilî vê nûçeyê, hemû naveroka kovarê li ser têkoşîna ji bo parastina ziman û xwerêvebirinê pêk tê.
Meşa ji bo zimanê baskî û reforma nû ya ji bo zimanê îrlandî ya li Belfastê, nûçeyên li ser meseleya parastina ziman in.
Reforma Fransayê ya berîya hilbijartina Kaledonyaya Nû û hatina ser kar a netewperestan li Welatê Galê nûçeyên derbarê self-determînasyonê de ne.
Konfederasyona Swîsreyê di vê hejmarê de bi dosyeya Kantona Schwyzê berdewam dike. Coxrafya, dîrok, ziman, demografya, aborî û sîstema polîtîk mijarên vê dosyeyê ne.
E-kovara Kurdistanê di 2023an û heta niha weşana xwe didomîne. Kurdistan ji 15 rojan carekê tê weşandin.
Hemû nivîsên hejmara 46.
- Nivîskarê kurd Burhan Sonmez Xelata Hemingway wergirt
- Ji bo zimanê baskî piştgîrîya civakî mezin dibe
- Reforma Fransayê deî li nîqaşa dekolonîkirinê vekir
- Belfast Polîtîkaya Zimanê Îrlandî erê kir
- Plaid Cymru Welatê Galê birêve dibe
- Frederiksen cara sêyemîn dibe serokwezîra Denmarkê
- Referandûma Swîsreyê: Însîyatîfa rastgir hat redkirin
- Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Schwyzê



