SerupelÇandFerhenga Rastnivîsînê êdî online e

Ferhenga Rastnivîsînê êdî online e

Ferhenga Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê piştî xebata 8 salan hat temamkirin. Ferheng êdî li ser navnîşana xwe ya înternetê berdestbar e.

Weqfa Mezopotamyayê xebateke din a bi nirx pêşkêşî civakê kir. Xebata Ferhenga Rastnivîsînê ya weqfê temam bû.

Di ferhengê de ji 10.000î zêdetir bêjeyên kurmancî  hatine standartkirin. Kesên bixwazin dikarin li ser navnîşana www.ferhengkurdi.com xwe bigijînin ferhengê.

Xebata ji bo ferhengê di 2018an de bi komeke pisporên ziman dest pê kir. Komê ji bo amadekirina Ferhenga Rastnivîsînê heta niha 48 komxebat li dar xistin.

Weqfa Mezopotamyayê di 2013an de, bi armanca avakirina zanîngeheke pirziman li Amedê ava bû.  Zimannasên ji çar parçeyên Kurdistan û dîyasporayê tevlî xebatên Weqfa Mezopotamyayê dibin.

Kesên di xebata ferhengê de cî girtine ev in: Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Evdilwehab Xalid Mûsa, Mehmûd Lewendî, M. Malnîsanij, Mihemed Teqawî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bulbul, Mîlad Xezalê, Newzad Hirorî, Nêçîrvan Evdilezîz, Omer Dilsoz, Reşo Zîlan, Samî Tan, Tahirhan Aydin, Viyan Hesen, Zana Farqînî, Zeynep Yaş, Zulkuf Ergun.