Lêkolîneke li Brîtanyayê hat kirin, têkilîya aborîyê û koçberîyê li ber çavan radixe. Encamên lêkolînê nîşan dide. Eger koçberî bisekine wê di sala 2040î de 37 milyar pound ji budçeya welêt kêm bibe.
Lêkolîna balkêş ji alîyê Înstîtûya Lêkolînên Aborî û Civakî ya Neteweyî (NIESR) ve hat kirin. Lêkolîn nîşan dide, eger koçberî bi tevahî bisekine wê di 2040î de aborîya Brîtanyayê ji % 3.6 biçûk bibe.
NIESR dibêje, par hem rêjeya zayînê hem jî koçberî kêm bûye û bingeha lêkolîna xwe li ser berdewambûna vê rewşê ava kirîye.
Dr Benjamin Caswell ku aborînasê sereke yê NIESRê ye encaman wiha dinirxîne:
“Xeyal bikin ku zêdebûna nifûsê bi tevahî sekinîye û nifûsa we herdem pîr dibe. Di dema kurt û navîn de ev pir ne xetere ye lê di 20 salan de vê valahîyê (mesref û dahat) wê bi berdewayî zêde bibe.”
Hin encamên di vê lêkolînê de cî girtine wiha ne:
- Nifûsa Brîtanyayê wê di sala 2030î de bigihîje 70 milyonî û jê şûn ve êdî zêde nebe
- Dahata karkeran wê zêde be wê di 2040î de Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) % 2 zêde bibe. Tevlî vê jî, ji ber pîrbûn û kêmbûna nifûsê wê dahata ji bacê tê bidestxistin kêm bibe.
- Hikumet ji ber kêmbûna bacê wê deyn bike û ev jî wê bibe kêmasîya butçeyê bigihîje ji % 0.8ê budçeyê ango 37 milyar poundî


