SerupelNûçeDi reqabeta Çîn û Amerîkayê de rûpeleke nû

Di reqabeta Çîn û Amerîkayê de rûpeleke nû

Li pêyî hevdîtinan peyamên hevkariya aboriyê deketin pêş. Serokê Çînê Xi Jinping destnîşan kir ku ji cudahiyan wêdetir hevpar berjewendiyên wan hene, serkeftina welatekî ji bo welatê din wê bibe şens.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li pêyî 8.5 salan, tevî şandeya xwe serdana Çînê kir. Di nava şandeyê de Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Nûnerê Bazirganiyê Jamieson Greer û Musteşarê Qesra Spî Stephen Miller hene. Tevî van kesan gelek CEO’yên teknolojiyê jî di nava şandeyê de cî girtin.

Trump ji aliyê Serokê Çînê Xi Jinping, bi merasîmeke fermî ve li paytex Pekînê hat pêşwazîkirin. Di domahîka serdanê de Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping û şandeyên wan hevdîtin pêk anîn.

Li pêyî hevdîtinan ji herdu aliyan ve jî daxuyanî hatin dayîn.

PEYAMÊN HEVKARIYA ABORIYÊ DERKETIN PÊŞ

Qesra Spî ya Amerîkayê dibêje Trump û Jinping li ser meseleya Îranê li hev kirine ku divê tu carî nebe xwedî çekên nukleer û Tengava Hurmuzê vekirî bihêlin.

Di daxuyaniya Qesra Spî de hat gotin ku meseleya Taywanê nehatiye rojevê.

Li gorî daxuyaniyê herdu aliyan pejirandine ku wê rêbazên hevkariya aboriyê bi pêş xin.

Beriya hevdîtinê Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ew bi kelecan diçe hevdîtinê, ew bawer dike ku têkîliyên Çîn û Amerîkayê wê ji demên berê bi gelekî çêtir be.

SEROKÊ ÇÎNÊ: DI ŞERÊ BAZIRGANIYÊ DE TU KES QEZENC NAKE

Serokê Çînê Xi Jinping wekî heman peyamên Amerîkayê axivî. Jinping destnîşan kir ku ji cudahiyan wêdetir hevpar berjewendiyên wan hene, serkeftina welatekî ji bo welatê din wê bibe şens. Jinping di domahîkê de got: “Di şerê bazirganiyê de tu kes qezenc nake. Herdu welat divên reqabeta hevdu nekin, tevkariya serkeftin û halxweşiya hev bikin û bi hev re xweş bidin û bistînin.”

Ji bo meseleya Taywanê jî got: “Çîn û amerîka li ser aştî û îstikrara li Tengava Taywanê “xwedî heman daxwazê” ne.

Tê îdiakirin ku Çîn meseleya Taywanê wekî xeta sor a şer pênase dike.

Tevî dijberiyên bi salan, Çîn û Amerîka di warê aboriyê de bi hev ve hatine girêdan. Amerîka pêdiviya elementên axê yên kêm tên dîtin û bazara firotinê ji Çînê dike, Çîn jî ji Amerîkayê teknoloyênên nîv-derbasok daxwaz dike.

Bacên gumrigê rageşiya di navbera herdu salan de bilind kiribû. Di vê navberê de îxracata Çînê ya ji bo Amerîkayê ji %20 kêm bibû. Pekînê ji bo vê kêmbûnê bîne cî berê xwe dabû Afrîka, Ewrûpa û Amerîkaya Latîn.

Serdana Serokê Amerîkayê heta 15’yê Gulanê wê dewam bike.