SerupelNûçeÇîn dikare Îranê li hemberî Amerîkayê biparêze?

Çîn dikare Îranê li hemberî Amerîkayê biparêze?

DW li ser helwesta muhtemel a Çînê ya di dema êrişeke Amerîkayê ya bi ser Îranê ve analîzekê weşand. Televîzyona alman got, desteka Çînê ji gotinan pêk tê û Çîn wê ji bo parastina Îranê tiştekî neke.

Ji ber ku aloziyên di navbera Washington û Tehranê de bilind dibe awir dizîvirin ser rola Çînê ya di vê meseleyê de.

Çîn wekî lîstikvanekî sereke yê cîhanê dixwaze pêşî li êrişa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li ser Îranê bigire.

Gelek kes miraq dikin ka wê Çînê çiqas bikaribe vê rola xwe ya parastina Îranê pêk bîne.

Televîzyona alman DW di vê mijarê de analîzeke bi sernavê “eger Amerîka êrîşî Îranê bike, Çîn wê çiqasî piştgiriyê bide Îranê? weşand.

Di nivîsê de tê gotin, li Îranê xwedpêşandanên civakî û hilweşîna aborî ji hundir ve zexteke giran li Komara Îslamî dike.

Ji nivîsê dîyar dibe ku di demên dawî de Çînê di qutkirina ragihandinê ya li seranserê welêt de alîkariya rayedarên Îranê kiriye.

Sebeba vê yekê astengkirina belavbûna agahîyên derbarê berxwedana civakî ya li dijî rejîmê ye.

Îran têkiliyên xwe yên bi Çînê re xurt dike

Bi salan e ku Çîn yek ji hevkarên aborî û dîplomatîk ên herî girîng ên Îranê ye.

Hevkarîya herdu welatan niha di warê leşkerî de û bi taybetî jî di tetbîqatên hevpar de xwe nîşan dide.

Di serê salê de medyaya dewleta Îranê ragihandibû ku Îran plan dike ku di sibatê de li bakurê Okyanûsa Hindê bi Çîn û Rûsyayê re tetbîqatekê bike.

DW di nivîsê de cî daye dîtinên Hamidreza Azizi ku analîstê ewlehiya Rojhilata Navîn li Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk (SWP) a li Berlînê ye.

Azîzî dibêje divê mirov zêde bawerîya xwe bi gotinên Pekînê neyne û ji bo parastina hikûmeta Îranê.

Azîzî ji DW re wiha axivî ye:

“Çîn piştî şerê 12 rojan yê bi Îsraîlê re wekî parêzvanekî bihêz ê Îranê derneket holê û wisa xuya ye di êrişeke Amerîkayê ya li ser Îranê jî wê gavekê navêje.”

Azîzî gotîye, “Çînê têgihiştiye ku ji ber salên aloziyên dubare û gendeliya berfireh a li Îranê welatekî ji bo veberhênanê bi xetere derxistîye holê.”

Azîzî daye zanîn, ” Îran ji Çînê bêtir pêwîstiya wê bi vî welatî heye” û analîst bawer dike ku Tehran nikare zextan li Çînê bike.

Bandora Çînê li ser Îranê bi sînor e

Sebebên ka çima Çîn û Îran nêzîkî hev in di nivîsê de cî digire û tê dîyarkirin, pêwendiya Îranê bi Çînê re bi giranî ji ber nakokiyên bi Washingtonê re pêk tê.

Analîz li ser têkiliyên Çînê û welatên Kendavê jî cî dide van agahîyan:

“Li gorî raporek ji aliyê navenda lêkolînê ya Asia House ya li Londonê, di sala 2024an de bazirganiya giştî ya Çînê bi şeş welatên Konseya Hevkariya Kendavê re gihîştiye nêzîkî 257 milyar dolarî.

“Li gorî daneyên hikûmeta Çînê, bazirganiya dualî ya Çînê bi Îranê re tenê beşek ji vê yekê bû û di heman salê de bi tevahî ji 14 milyar dolarî kêmtir bû.”

Di dawîya analîzê de li ser nêzîktêdayîna Amerîkayê ya ji bo hevkarîya Çîn-Îranê wiha cî digire:

“Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hevkariya di navbera Îran û Çînê de gelek caran wekî beşek Tifaqa Xerabîyê tê binavkirin.

Ev terim behsa hevahengiya stratejîk, leşkerî û aborî ya di navbera Çîn, Rûsya, Îran û Koreya Bakur de dike.”

“Di siyaseta Amerîkî de ev perspektîf carinan dibe sebeba ramanên wisa ku ku qelskirina Îranê dikare bibe alîkar ji bo hêza Çînê bê sînordarkirin.”

Foto: Ji Jinping û ALÎ Xamaney,  CC BY 4.0
Elîsar Şêxo