SerupelNûçeBÎLANÇOYA KOÇBERIYA JI AFRÎKAYÊ: LI SER RÊYA ÎSPANYAYÊ 3090 KES MIRIN

BÎLANÇOYA KOÇBERIYA JI AFRÎKAYÊ: LI SER RÊYA ÎSPANYAYÊ 3090 KES MIRIN

Îsal zêdetirê 3 hezar koçberan, di rotayên deryayî yên ber bi Îspanyayê ve jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van koçberên bûne qurbaniyên pêlên deryayê, ji rojava û bakurê Afrîkayê ne.

Saziya civaka sivîl Caminando Fronterasê rapora 2025’an bi navê “Çavdêriya Mafê Jiyanê” weşand.

Rapor dibêje di sala 2025’an de, 303 buyerên babetê qewimîne û di van buyaran de 3 hezar û 90 koçberên ku hewl dane ji Afrîkayê xwe bigihînin Îspanyayê, li ser rêya koçberiyê jiyana xwe ji dest dane.

Rapor destnîşan dike ku 121 buyer di navbera Giravên Balera û Cezayirê, bi taybetî jî li ser rêya Ibîza û Formenterayê pêk hatine û di vê rotayê de hezar û 906 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di rotaya Deryaya Navîn de jî hezar û 37 kes bûne qurmanî.

Di nav van koçberên bêqeder de 192 jê jin û 437 jê jî zarok in.

Li gorî daneyên Caminando Fronterasê, di sala 2024’an de ji zêdetirî 10 hezar koçberan dema hewl dane xwe bigihînin Spanyayê, di nava deryayê de jiyana xwe ji dest dane.

Rotaya ji bakurê Afrîkayê ya ber bi Îspanyayê ve, yek ji rotayên herî kuştar ên koçberiya ber bi Ewrûpayê ye.

Di rapora 2025’an de, tê dîtin ku vê hejmarê gelekî kêm bûye.

Aktivîstên babetê sedema vê kêmbûnê wekî kontrolên asê yên li ser sînor nîşan didin.

Daneyên saziya koçberiyê nîşan didin ku 3 hezar qurbanî, nişteciyên 30 welatên cuda ne.

Piraniya wan qurbaniyan ji rojava û bakurê Afrîkayê ne, lê di nava wan de welatiyên Pakistan, Sûriyê, Yemen, Sûdan, Îraq û Misrê jî ne.

Li gorî wezîrê karên hundir ê Îspanyayê, 35 hezar û 935 koçberên kaçax bi rêya deryayî û bejahî gihîştine welêt.

Di sala 2024’an de, bi heman sedemê 60 hezar û 311 koçber gihîştine axa Îspanyayê.

Foto: Ji rapora Caminando Fronterasê ya 2025’an hatiye wergirtin.

A.Rahman ÇELÎK
A.Rahman ÇELÎKhttps://berwarnews.com
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.