SerupelCivakAlmanya sîstema Bürgergeldê betal kir

Almanya sîstema Bürgergeldê betal kir

Almanya şertûmercên sîstema alîkarîya civakî hişktir dike. Bi reforma nû bi mîlyonan kesên ku dahata bingehîn werdigirin wê bi rêziknameyên hişktir re rû bi rû bimînin. Reform wê bandorê li nêzîkî 5 mîlyon kesan bike. Sîstema 'dahata bingehîn' (Grundsicherung) wê di dewsa Bürgergeldê de di 1ê Tîrmehê a 2026an de têkeve merîyetê.  

Parlamentoya Almanya sîstema Bürgergeldê ku nêzîkî sê sal berê ketibû meriyetê, betal kir. Di dengdanê de 321 parlamenteran piştgirî dan qanûnê û 268 parlamenter jî li dij deng dan. Parlamenterên dengên erênî dan vê reformê ji partîyên CDU/CSU û SPD bûn.

Berî dengdanê li parlementoyê nîqaşên germ hatin kirin.  Parlamenterê SPD Jens Peick got ku armanca reformê ew e ku mirov vegerin kar. Peick diyar kir ku ev rêzikname nayê wê wateyê ku dewleta xizmetguzariyê bi dawî bike.

Bi reforma nû bi mîlyonan kesên ku dahata bingehîn werdigirin wê bi rêziknameyên hişktir re rû bi rû bimînin. Reform wê bandorê li nêzîkî 5 mîlyon kesan bike. Sîstema ‘dahata bingehîn’ (Grundsicherung) wê di dewsa Bürgergeldê de di 1ê Tîrmehê a 2026an de têkeve merîyetê.  Lêbelê berîya vê, divê reform ji alîyê Konseya Federal ve bê erêkirin.

Rêgezên Teserûfê Hişktir Dibin

Li gorî rêziknameya nû, lêçûnên kirê û enerjîyê bi gelemperî dê berdewam bikin. Lêbelê, ji kesên ku alîkariyê distînin û di xanîyên biha an mezin de dijîn wê were xwestin ku zûtir bar bikin. Sîstema nû dê rêzikên hişktir der barê teserûfên kesane de bide destpêkirin.

Di serdema Bürgergeld de, ji bo sala yekem sînorê alîkarîyê  40,000 € bû. Ev yek tê betalkirin û sîstema nû sînorên teserûfê yên kêmtir li gorî temen dide destpêkirin. Sînorên alîkarîyê yên di sîstema nû de wiha ye:

– 5,000 € ji bo kesên heta 30 salî,

– 10,000 € ji bo kesên ji 31 salî û pê ve,

– 12,500 € ji bo kesên ji 41 salî û pê ve,

– 20,000 € ji bo temenê 51 salî û pê ve,

Mîqdarên alîkariyê naguherin

Reform bandorê li mîqdarên alîkariya bingehîn nake. Li gorî vê, kesên ezep dê mehê 563 euro werbigirin. Ji bo hevjînan, ev mîqdar dê ji bo her kesî 506 euro be. Zarok dê li gorî temenê xwe mehê ji 357 heta 471 euroyan werbigirin.

Cezayên hişk giran dibin

Sîstema nû cezayên hişktir jî destnîşan dike. Berî niha, alîkariya kesên ku nediçûn randevûyên Jobcenteran ji %10 dihat kêmkirin. Bi sîstema nû, alîkarî dikare ji % 30 were kêmkirin û ev ceza heta sê mehan bidome.

Sîstema nû destûrê dide alîkariya kesên ku naçin sê randevûyan bi tevahî were qutkirin. Her wiha dê mimkun be ku piştgiriya kirê ji bo kesên tenê were rawestandin. Lêbelê, heke endamên din ên malbatê di malê de hebin piştgiriya kirê nayê qutkirin.

Cengiz Demirtaş