Li paytexta Katalonya Barselonayê kursa zimanê kurdî dest pê kir. Sazîya katalan CIEMEN malovanîyê ji vê kursê re dike. Kursa li ser navê “zimanekî ku mişt dîrok û çand e kişf” bikin bi hevkarîya CIEMEN û Komeleya Çandî ya Kurdistan a Barselonayê tê lidarxistin.
Kursa ziman wê hefteyê 3 saetan bê dayîn û bi qasî 2 meh dom bike. Kurs wê di asta bingehîn de bê dayîn yek ji armancê wê axaftina rojane be.
CIEMEN berî niha jî kursên zimanê kurdî lidarxistibû û destekê dabû xebat û projeyên ji bo parastina zimanû kurdî.

Çi ye CIEMEN?
CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Escarré ya Kêmarên Etnîk û Neteweyan) saziyeke sivîl a katalan e. Sazî di 1974’an de bi armanca xebatên li ser netewe û komên etnîk ên bêdewlet hat damezrandin. Sazî di mijara miletên hatine marjînalkirin de lêkonînan dike û bernameyan li dar dixe. Venasîna miletên bi vî rengî û mafên takekesî û yên kolektîf ên endamên van miletan armancên CIEMENê ne.


