SerupelEkolojîJaponya santrala Kaşîwazaki-Karîwayê aktîf dike

Japonya santrala Kaşîwazaki-Karîwayê aktîf dike

Japonya santrala nukleer Kaşîwazaki-Kariwayê aktîf dike. Santral 220 km dûrî paytext Tokyoyê ye û bi 7 reaktorên xwe dikare ji bo bi milyonan kesan elektrîkê hilberîne.  

Hikumeta Takaîçî ya polîtîkaya enejîya nukleerê diguherîne. Hikumetê plan dike santralên nukleer ên Japonyayê ji nû ve aktîf bike. Yek ji wan santralan  Kaşîwazaki-Karîwa ye ku santrala herî mezin a nukleer ya cîhanê ye.  Ji bo dest bi hilberîna enerjîya elektrîkê bike xebata li santralê bi lez berdewam dike.

Kaşîwazaki-Karîwa ji 2012an de tevlî çend santralên din ên nukleer hatibû girtin. Tepco ku santralê dixebitîne, piştî destûrê ji hikumetê kir, dest bi xebata vekirina santralê kir. Şîrketê dixwaze her 7 reaktorên santralê aktîf bike û 8.2 gigawatt eletrîkê hilberîne. Hilberîneke di vê astê de têrî pêdivîyên bi milyonan kesan dike.

Santrala nukleer li navçeya Niigata a beravê ye û 220 km dûrî paytext Tokyoyê ye. 420,000 kes di çenbereke 30 kîlomêtroyî ya li dora vê santralê dijî. Loma jî qezeyeke di santralê de pêk were wê ewil bandorê li van kesan bike. Şênîyên li deverê ji ber vê fikarê naxwazin Kaşîwazaki-Karîwa bê aktîfkirin. Tepco ji bo şênîyan qanih bike soz da ku di nava 10 salan de bi qasî 630 milyar veberhênanê (razemenî) li Niiagatayê bike.

Piştî karesata Fûkûşîmayê ya di 2011an de santralên atomê yên li Japonyayê hatibûn girtin. 20,000 kes ji ber qezaya di reaktorekê santralê de pêk hatibû de miribûn û 160,000 ji hawîrdora santralê hatibûn derxistin.

Foto: Santtala nukleer Kashiwazaki-Kariwa, ABWR, CC-BY-SA 2.0