SerupelNûçePênc welatên Ewrûpayê dixwazin penaberan bişînin Ruandayê

Pênc welatên Ewrûpayê dixwazin penaberan bişînin Ruandayê

Almanya, Awistirya, Denmark, Holanda û Yûnanistanê ragihandin ku ew plan dikin ji sala 2027an û pê ve navendeke vegerandina penaberan li Ruandayê ava bikin. Rêxistinên mafên mirovan li dijî vê planê derdikevin û hişyariyê didin ku ev gav wê bibe sedema krîzên nû yên hiqûqî û mirovî.

Almanya, Awistirya, Denmark, Holanda û Yûnanistanê ragihandin ku ew plan dikin ji sala 2027an û pê ve navendeke vegerandina penaberan li Ruandayê ava bikin. Rêxistinên mafên mirovan li dijî vê planê derdikevin û hişyariyê didin ku ev gav wê bibe sedema krîzên nû yên hiqûqî û mirovî.

Pênc welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Almanya, Awistirya, Denmark, Holanda û Yûnanistanê di 16ê çirîya paşîn de bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew dixwazin li Ruandayê navendeke vegerandinê ava bikin. Li gorî vê planê, kesên ku daxwazên wan ên penaberiyê li Ewrûpayê hatine redkirin û nikarin vegerin welatên xwe wê wê li navenda vê welatê Afrîkayê bên bicîkiri. Tê plankirin ku pêvajoya şandina penaberan di sala 2027an de dest pê bike û navend di qonaxa yekem de wekî projeyeke ceribandinê bixebite.

Armanc tundkirina siyaseta koçberiyê ye

Ev proje wekî beşek ji hewldanên Yekîtiya Ewrûpayê yên ji bo tundkirina siyaseta koçberiyê û kontrolkirina sînoran tê dîtin. Welatên beşdar dixwazin bi vê rêyê pêvajoya deportkirina kesên ku mafê mayîna wan li Ewrûpayê nayê naskirin, bileztir bikin û hejmara vegerandinan zêde bikin.

Ragihandina vê projeyê di qada navneteweyî de bû sedema bertekên tund. Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku li şûna çareserkirina bingehîn a pirsgirêka koçberiyê, şandina penaberan ji bo welatekî sêyem wê bibe sedema krîzên nû yên hiqûqî û mirovî. Human Rights Watch di daxuyanîya xwe de got, “dîrok nîşan daye ku şandina kesan bo welatên sêyem tê wateya binpêkirina mafan û êş û azarê zêde dike.

Raporên rêxistinên mafên mirovan balê dikişînin ser bisînorkirina azadiyên siyasî, zextên li dijî mixalefetê û binpêkirinên mafên mirovan li Ruandayê. Her wiha, her pênc welatên Yekitîya Ewrûpayê hîn jî bersivê nedane gelek pirsên derbarê şert û mercên rûniştina penaberan û parastina mafên penaberên wê bişînin Ruandayê.

Astengiyên qanûnî 

Li aliyê din, pisporên hiqûqê destnîşan dikin ku projeya Ruandayê dikare bi astengiyên giring ên yasayî re rû bi rû bimîne. Li gorî Peymana Ewrûpayê ya Mafên Mirovan (ECHR), dewlet nikarin kesan bişînin welatekî ku li wir metirsiya îşkenceyê, an binpêkirina mafên bingehîn ên wên din hebe. Ji ber vê yekê, îhtîmal e ku ev plan di dadgehên Ewrûpayê de bibe mijara dozên dirêj.

Ruanda li ku derê ye?

Ruanda welatekî biçûk û li Afrîkaya Rojhilat e ku paytexta wê Kîgalî ye. Welat li bakur bi Ûgandayê, li rojhilat bi Tanzanyayê, li başûr bi Bûrûndiyê û li rojava bi Komara Demokratîk a Kongoyê re xwedî sînor e.

Ruanda û cîranên wê

Paul Kagame ji sala 2000an ve serokomarê Ruandayê ye û desthilatdariya wî ji ber zextên li ser muxalefetê tê rexnekirin. Welat di sedsala 19. de di bin kolonyalîzma Almanyayê de ma û pişt re jî ket bin serweriya Belçîkayê. Di wê serdemê de cudahiyên etnîkî di navbera komên tutsî, hutû û twa de hatin kûrkirin. Îro Kinyarwanda zimanê sereke ye û îngilîzî, fransî û swahîlî jî zimanên fermî yên welêt in.

—————————–

Fatoş Demirtaş rojnamevenake ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.