📌 Bi kurtî
- Qanûna Reforma Polîtîk di 18ê çirîya paşîn a 1976an de bi 425 dengên erê û 59 na ji aliyê parlamentoya Frankoyîst a Îspanyayê ve hat pejirandin. Reform di 15ê kanûna pêşîn de bi referandûmê hat erêkirin (beşdarî %77,47, erê %94,2).
- Qanûn serweriya gel, mafê dengdanê yê gelemperî û meclîsa du beşan (parlamento û senato) ava kir.
- Bi Xala 2 a Destûra Bingehîn a 1978an re rê li ber pergala herêmên otonom ên Îspanyayê hat vekirin.
50 sal berê, di 18ê çirîya paşîn a 1976an de, parlamentoyeke dîktatorîyê bi dengdanekê biryara jihevxistina xwe da. Bi gotineke din, li gorî nûçeyeke Electomanía, wê “bi destên xwe” dawî li hebûna xwe anî. Ev bûyer ji aliyê hin kesan ve wekî “harakiri” ya rejîmê tê binavkirin. Ji vê rojê û pê ve, proseyeke wekî “trancision” (veguheztin-ji demekê derbasî demeke din bûyîn) dest pê kir gav bi gav bingeha Îspanyaya demokratîk û a xwedî pergala herêmên otonom hat avakirin. Pirsa herî giring di vê mijarê de ev e: çawa dewleteke xwedî mîrateya dîktatorîyeke faşîst bêyî şerê navxweyî an şoreşekê veguherî demokrasîyê?
Guherîna dewletê ji hundir ve
Dîktatorê îspanyol general Francisco Franko di çirîya paşîn a 1975an de mir. Salên dawîyê yên rejîmê bi nexweşîya Franko, berxwedana gel, şîdeta dewletê û krîza aborî û civakî derbas bûn. Qral Juan Carlos I ku bi destê Franko bûbû mîratgir, ji ber xeta wî ya mihefazakar a li hemberê reformê, serokwezîr Carlos Arias Navarro ji kar dûr xist. Di dewsa wî de Adolfo Suarez, ku kêm dihat nasîn û sekreterê giştî yê partîya yekane ya Frankoyîst (Movimiento Nacional) bû, hat erkdarkirin.
Suarez ji parlamentoyê daxwaz kir ku qanûneke nû amade bike û li ser vê daxwazê, serokê parlamentoyê Torcuato Fernandez-Miranda di tebaxa 1976an de pêşnûmeyeke qanûnê da Suárez. Di 10ê îlonê de hukumet projeya dawî pejirand û Suarez di heman şevê de pêşnîyaza qanûnê di televîzyonê de pêşkêşî gel kir. Armanca pêşnîyazqanûnê ew bû ku rejîm ji hundir ve bê guhertin: Ev armanc “rizgarîya ji dîktatorîyê bi rêyalihevkirinê” (ruptura pactada) hat formulekirin.
Di qanûnê de çi hebû?
Ley para la Reforma Política (Qanûna ji bo Reforma Polîtîk) ji pênc xalan, sê benda veguhêz û yek benda dawî pêk dihat. Mijarên wê yên sereke ev bûn: serweriya gel dihat naskirin, qadên erkên dewletê ji hev dihatin cihêkirin û mafê dengdanê yê gelemperî dihat qebûlkirin. Pergala qanûndanînê ji du meclîsan pêk dihat: Parlamento û Senato. Her du jîbi dengên gel li gorî encamên hilbijartinên li parêzgehan dihatin hilbijartin. Bi vî awayî rê li ber destûreke nû ya demokratîk ku wê paşê bihatana qebûlkirin vedibû.
Lê tevlî vê jî rejîma kevin bi temamî ji holê nedihat rakirin. Qral wê erkên xwe parastibana. Wî yê bikaribûya serokê parlamentoyê dîyar kiriba û ji bo her mijara guherîna qanûnî referandûmêli dar xistiba. Di nav hukumetê û parlamentoyê de kêm kes wekî Suarez difikirîn û Fernandez-Miranda, Manuel Fraga û Alfonso Osorio ligel gelek kesên din xwedî planeke cuda ya Îspanyaya siberojê bûn.
18ê çirîya paşîn: Dengdana dîrokî
Piştî sê rojan nîqaşê parlamento dengdanek li dar xist û di encam de qanûn bi 425 dengên erê, 59 na û 13 parlamenterên bêalî, hat pejirandin. Ji bo derbasbûna qanûnê divê herî kêm sê ji çar parçeyên parlamentoyê dengê erê bidin. Ji bo vê yekê hukumetê pir hewl da û bi mebesta qanihkirina wan, yek bi yek bi parlamenteran re hevdîtinan kir.
Serokê parlamentoyê Fernandez-Miranda ji bo derbasbûna qanûnê du rêbazan pêşniyaz kiribû: rêbaza lezgîn a nîqaşê û dengdana bi nav. Bi rêbaza lezgîn qanûn rasterast di Rûniştina Giştî de hat nîqaşkirin, bêyî ku ji komîsyonan derbas bibe. Dengdana bi nav jî tê wê wateyê ku her parlamenter bi navê xwe dihat gazîkirin û dengê xwe bi dengê bilind, li ber çavê hemûyan dida. Ev yek giring bû, ji ber ku di dengdana veşartî de xetereya zêdebûna dengên “na” hebû. Piştî wê, hukumetê di 24ê çirîya paşîn de bi Biryara Qral a 2635/1976 daxwaz kir ku ji bo qanûnê referandûm bê lidarxistin.
Referandûm û rêya ber bi destûrê ve
Di referandûma di 15ê kanûna pêşîn a 1976an de pirsev bû: “Gelo hûn Projeya Qanûna Reforma Polîtîk erê dikin?” Li gorî EFE, 77,47% ê dengderan beşdar bûn û 94,2% dengê erê dan. Hukumetê kampanyayeke xurt ji bo “erê” meşand. Falanjîstên ku parazvanên çalak ên rejîmê bûn, ji bo dengê “na” kampanya meşandin. Sosyalîst, komunîst û herêmparêzan bi gelemperî banga boykotê kirin. Ji ber ku qanûn li gorî wan têr nedikir û wan guhertineke radîkal daxwaz dikir. Partîya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) ji ber vê yekê xwe ji dengdanê dûr girt.
Qral û Fernendez-Miranda qanûn di 4ê kanûna paşîn a 1977an de îmze kirin û roja din qanûn di rojnameya fermî de hat weşandin. Pişt re Movimiento Nacional ku tevgera polîtîk a rejîmê bû, hat betalkirin. Bi heman gavê re partîyên hatibûn qedexekirin hatin legalkirin. Legalkirina Partîya Komunîst a Îspanyayê (PCE) karê herî dijwar bû: Sekreterê Giştîyê partîyê Santiago Carrillo li hemberî legalbûnê qral û ala Îspanyayê qebûl kir. Bi beşdarîya partîyên nû, hilbijartinên demokratîk di 15ê hezîranê 1977an de hatin lidarxistin. UCD ya Suarez 165 kursî û 34,4% deng bi dest xist, PSOE 118 û PCE 20 kursî girtin. Destûra Bingehîn a demokratîk di 31ê çirîya pêşîn a 1978an de ji aliyê parlamentoyê ve hat pejirandin, di 6ê kanûna pêşîn de bi referandûmê hat erêkirin. Bi van rêzegavan, Qanûna Reforma Polîtîk a bingeha Îspanyaya demokratîk danî, gihişt armanca xwe.

Pirsa ku di qanûnê de tunebû
Di Qanûna 1976an behsa pirsa statuya herêman nedihat kirin. Ew pirs ji alîyê Destûra Bingehîn a 1978an de hat bersivandin. Xala 2 ya vê destûrê derî li otonomîya herêman vedikir. Ev xal hem ji aliyekî ve “yekîtîya nayê parçekirin a neteweya Îspanyayê” dipejirîne, li aliyê din ve jî mafê otonomîyê yê “neteweyî (nacionalidades) û herêman”di hundirê xwe de dihewîne. Peyva “nacionalidades” bi zanebûn nezelal hat hiştin: ne wekî “netewe” hat binavkirin û ne jî wekî “herêm”. Li ser vê bingehê Îspanya di demeke kurt de ji dewleteke navendî veguherî dewleteke xwedî 17 herêm û du bajarên otonom (Ceuta û Melilla). Katalonya û Welatê Baskê di 1979an de statûyên xwe bi referandûmê pejirandin û paşê herêmên din jîtevlî vê pergalê bûn.
Pêvajoya Reforma Polîtîk a Îspanyayê sê taybetîyên giring nîşan dide:
Yek, guhertina bêyî şer û pevçûn li ser du rêbazên rewa sekinî. Qanûn ji aliyekî ve ji alîyê rejîma kevin ve hat qebûlkirin, ji ber ku parlamentoya Frankoyî qanûnê qebûl kir. Ji aliyê din ve qanûn bi referandûmekê ji alîyê gel ve hat erêkirin. Ev du taybetî hişt ku ew gav hem ji aliyê saziyên kevn hem jî ji aliyê gel ve were qebûlkirin. Bêyî van her du aliyan, an artêş an jî mixalefet wê qanûnê wekî hewldaneke rejîma kevn red kiribana. Dîsa jî nakokî bi dawî nebûn û nîqaşên di navbera hukumetê de û di navbera hukumet û mixalefetê de heta dawîya proseyê berdewam kirin.
Du, guhertina serweriyê ne tenê guhertina saziyan bû, lê guhertina bingeha rewabûnê jî bû. Qanûn serweriya gel danî şûna “demokrasîya organîk” a rejîmê. Lê pirsa ku “gel” kî ye û hemû beşên wî di nav yek dewletê de çawa cih digirin, ji Destûra Bingehîn 1978an re hat hiştin. Modela otonomîyê ya nû di asteke bilind de pirsa neteweyî çareser kir, lê nîqaşên li ser self-determînasyonê hîn jî li Katalonya û Welatê Baskê didomin.
Sê, rejîma Franko piştî mirina wî, bi giranî ji ber zextên navxweyî û navneteweyî, derî li guherînê vekir. Vê “razîbûna ji jor” ve anku konsensûsa bi dewletê re li gelek welatên cîhanê kêm caran mimkûn bûye. Îspanya nîşan dide ku guhertina dewletekê bi rêya qanûn û lihevkirina elîtên sîyasî mimkûn e. Lihevkirina li jor (di navbera elîtan de) legîtîmbûna ji jêr (referandûm) ve û guhertinên qanûnî hevdu temam dikin.
Çavkanî
- Congreso de los Diputados: La Ley para la Reforma Política: un puente hacia la democracia
- Infobae/EFE (23.07.2026): El Congreso conmemorará el 10 de septiembre los 50 años de la Ley para la Reforma Política
- El Orden Mundial: 18 de noviembre de 1976: las Cortes españolas aprueban la Ley para la Reforma Política
- Electomanía / Infobae (14.11.2026): 50 años del ‘harakiri’ de las Cortes franquistas
- infoLibre: Detrás de todo consenso siempre hay disenso. 50 años de la Ley para la Reforma Política
- TIME: SPAIN: A Vote for Democracy
- BOE: Ley 1/1977, de 4 de enero, para la Reforma Política

