Senatoya Fransayê, şeva 26-27ê çirîya pêşîn, pêşnûmeya guhertina destûrê ya ku otonomîya Korsîkayê qebûl dikir, red kir. Di dengdanê de 181 senator dengên “na” û 134 senator dengên “erê” dan. 25 senator jî bêalî man.
Pêşnûmeya ku Parlamentoya Fransayê di 23ê hezîranê de pejirandibû, berîya dengdana dawîn di Senatoyê de ji nû ve hat nivîsandin. Senatoyê ji nivîsê vegotina “civaka dîrokî, zimanî û çandî ya bi erdê xwe re girêdaneke taybet çêkirî” derxist û li şûna wê “mîrata dîrokî, zimanî û çandî ya giravê” danî. Her wiha, Senatoyê desthilata ku mafên normatîf dida Korsîkayê teng kir teng kir û wan bi armanc û demeke diyarkirî bi sînor kir.
Senatorê Depatmana (parêzgeh) Haute-Corse yê Femu a Corsica Paulu Santu Parigi, di dema nîqaşê de wekî protesto ji salona Senatoyê derket. Parigi ragihand ku ew ji pêvajoya Beauvauyê vedikişin. Femu a Corsica diyar kir ku Parigi ev biryar bi navê piranîya herêmê û neteweperwer, otonomîxwaz û serxwebûnxwazên beşdarî danûstandinan bûne, girtiye.
Piştî dengdanê, Wezîra Plankirina Axê û Desentralîzasyonê Françoise Gatel ragihand ku dê têkilîyan bi nûnerên hilbijartî yên Korsîkayê ji nû ve bidomîne.
Femu a Corsica şertan datîne
Konseya Neteweyî ya Femu a Corsica, çarşemê (28ê çirîya pêşîn) bi lezgînî li Cortiyê civîya û bi yekdengî destekê da biryara Parigi. Partî derî li ber nivîsa ji Senatoyê derketî girt lê guftûgoyên bi Parîsê re bi temamî venegirtin. Şertê wê ew e ku gotûbêj li ser van bingehên ku ji destpêka pêvajoyê ve hatine diyarkirin berdewam bike: desthilata rastîn a qanûndanînê, naskirina gelê Korsîkayê di nivîsa destûrê de, statûya niştecihî, hevfermîbûna zimanê korsîkî û peymaneke darayî, budçe û fînansî.
Sekreterê neteweyî yê partîyê François Martinetti li ser mijarê wiha axivî: “Em ê ji bo gotûbêja tiştekî nikarin bikin, neçin Parîsê. Em ê ji bo daxwazên xurt biçin.” Martinetti diyar kir ku nûnerên partîyê wê bi her nivîseke ji prensîbên Beauvauyê kêmtir, nekevin nava gotûbêjê.
Heke astengî berdewam bike, partî dixwaze berîya dawîya salê referandûmeke li Korsîkayê pêşnîyaz bike. Du pirsên ku partî dixwaze ji gel bipirse ev in: Gelê Korsîkayê heye an na? Statûya otonomîya qanûndanînê tê xwestin an na?
Meclîsa Korsîkayê jî bi daxwaza çar komên siyasî ji bo 4ê çirîya paşîn bi awayekî awarte dicive. Serokê meclîsê Marie-Antoinette Maupertuis daxwaz kir ku encamên siyasî, rêxistinî û demokratîk ên nîqaşên senatoyê werin nirxandin.
Paşxaneya meseleyê
Reforma Korsîkayê ku statûya otonomîyê dida giravê, bi danûstandinên di 2022an de dest pê kirin û bi peymana Beauvauyê ya adara 2024an pêş ket. Projeya ku hukumeta Fransayê di tîrmeha 2025an de pejirand, destûr dida saziyên Korsîkayê ku di sînorê qanûneke organîk a siberojê de qanûn û rêziknameyan adapteyî Korsîkayê bikin. Beşeke serxwebûnxwazan dixwestin ku hebûna gelê Korsîkayê, hevfermîbûna zimanê korsîkî û statûya niştecihî lê li reformê bê zêdekirin.
Foto: Dîmeneke ji Korsîkayê. Shalev Cohen/Unsplash

