SerupelUncategorizedYekitîya Ewrûpayê li hember penaberîyê Frontexê mezin dike

Yekitîya Ewrûpayê li hember penaberîyê Frontexê mezin dike

Komîsyona Ewrûpayê ji bo parastina sînorên xwe li hemberê koçberîya kaçax paketeke nû ya qanûnî pêşkêş kir. Bi vê pêşniyaza nû erkên ajansa sînoran a Yekîtiya Ewrûpayê (Frontex) bi awayekî berbiçav tên zêdekirin hejmara karmendên wê digihîje 30 hezarî. Her wiha, ajans wê ne tenê di nava sînorên YEyê de, lê di heman demê de li derveyî parzemînê jî di operasyonên vegerandina koçberan de xwedî erkên nû be.

Komîsyona Ewrûpayê bi mebesta ku koça koçber û penaberan a be bi Ewrûpayê ve bisekinîne, pakêteke reformê ya berfireh ji bo Ajansa Sînor û Parastina Deryayî ya Ewropayê (Frontex) eşkere kir. Di çarçoveya plana budçeya pirsalî ya Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo salên 2028-2034an, komîsyona pêşniyaz kir ku 11.8 mîlyar euro ji bo Frontexê bê veqetandin. Ev yek nîşan dide ku budçeya ajansê li gorî heyama heyî ya 2021-2027an ku nêzîkî 6 mîlyar euro bû, bi qasî du qatan zêde dibe.

Bi van çavkaniyên darayî yên nû re, tê plankirin ku hejmara karmendên Frontexê gav bi gav bigihîje 30 hezarî.Di vê çarçoveyê de wê heta sala 2041an hêzeke ji 17.000 kesî pêk tê bê avakirin û dema pêwîstî pê hebe wê li ser sînoran bê bicîkirin. Pêşniyaza nû her wiha destûrê dide ku Frontex di pêvajoya vegerandina koçberên kaçax de li derveyî sînorên Yekîtiya Ewrûpayê jî çalak be. Bi afirandina Navenda Koordînasyona Vegerandinê re ajans wê bikaribe alîkariyê bide welatên sêyemîn û koçberan bişîne van welatan. Li alîyekî din, Frontex wê xwedî maf be ku alavên nû bikire, kirê bike û di warê teknolojiyên dîjîtal û Hişê Çêkirî (AI) de bi welatên endam re hevkarîyê bike.

ANALÎZ

Zêdekirina budçeya koçberiyê 81 mîlyar euroyî û xurtkirina desthilatdariya Frontexê ne tenê biryarekî teknîkî ya îdarî ye lêbelê di heman demê de encama rasterast a zexta siyasî ya partîyên rastgir in. Li gelek welatên endam ên YEyê, partiyên rasta radîkal mijara koçberiyê wekî amûra herî bi bandor a hilbijartinê bikar tînin û hukumetên navendî neçar dikin ku polîtîkayên tundtir bimeşînin. Bi vê pêngavê re, Bruksel dixwaze bi “parastina sînoran”li hemberî penaberan hevsengîya siyasî biparêze û hin daxwazên siyaseta rastgir û rasta radîkal bicîh bîne da ku bandora wan a li ser desthilatdariyên neteweyî kêm bike.