Komîsyona Hilbijartinê ya Sirbistanê (RIK) encamên herî dawî yên hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê eşkere kir. Li gorî daneyên ku roja duşemê hatine belavkirin,tevlîbûna hilbijêran bi rêjeyeke bilind a li ser asta 68.8% pêk hat. Encamên fermî nîşan didin ku Lîsteya Xwendekaran bi bidestxistina 52.65%ê dengan piraniya mutleq di parlamentoyê de bi dest xist. Lîsteya hilbijartinê ya Partiya Pêşverû ya Sirb (SNS) ya bi navê “Sirbistana Yekbûyî”tê naskirin û ji aliyê Aleksandar Vucic ve tê birêvebirin, bi 39.2%yê dengan girt. Vucic neçar ma ku têkçûna xwe qebûl bike ku vê yekê li kolanên Belgradê û gelek bajarên din bû sedema şahî û pîrozbahiyên girseyî.
Encamên hilbijartinên Sirbistanê wekî erdhejeke siyasî tên nirxandin. Ev serkeftina bêhempa ya ku bi lîsteyeke bêserokatî a ji nûnerên sivîll pêk tê hat bidestxistin. bingeha xwe ji protestoyên dirêj ên li dijî gendeliyê digire. Tevgera protestoyî bi taybetî piştî karesata îstasyona trenê ya ku di 2024an de qewimî bû dest pê kiribû û li seranserê welêt belav bûbû. Kampanyaya hilbijartinê ya ku li ser bingeha têkoşîna li dijî gendeliyê û avakirina pergake dadmend hate meşandin, nîşan da ku civaka Sirbistanê guhertineke radîkal dixwaze.
Serkeftina Lîsteya Xwendekaran di heman demê de di asta navneteweyî û bi taybetî li Brukselê tê nîqaşkirin. Rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) vê encamê wekî derfeteke zêrîn ji bo pêşxistina pêvajoya endamtîya Sirbistanê dibînin. Digel vê yekê, pispor balê dikişînin ser wê yekê ku lîsteya nû di mijarên polîtîkaya derve de, bi taybetî li ser pirsgirêka Rûsyayê û redkirina naskirina serxwebûna Kosovayê, hîn jî ne xwedî helwesta nêzîkî Ewrûpayê ye. Ev rewş nîşan dide ku her çend guhertineke mezin di rêveberiya navxweyî de çêbe jî, guherandina hevsengiyên jeopolîtîk ên li Balkanan wê gelek zehmet be.
Foto: Ala Sirbistanê



