Serûpel Ekolojî Şaredariya Peyasê ji bo çandina darên mazî berû berhev kir

Şaredariya Peyasê ji bo çandina darên mazî berû berhev kir

Şaredariya Peyasê di çarçoveya projeya darên mazî de li Gêlê berû berhev kir. Ev berû dê bibin şitil û li dijî hişkesaliyê li tax û gundan bên çandin.

0
15
Şaredariya Peyasê di çarçoveya projeya şitilên darên mazî de, li dora navçeya Gêlê berû berhev kir. Berûyên berhevkirî dê bên şitilandin û li tax, gund û mêrgan bên çandin.
Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê, projeya çandina darên mazî yên ku bi barana xwezayî mezin dibin û hewcedariya wan bi lênêrîneke taybet nîne, îsal jî berdewam dike. Alîkara hevşaredaran Gulîstan Nazlier, endamên meclîsa şaredariyê, endamên Komîteya Ekolojiyê û xebatkarên Gerînendetiya Park û Baxçeyan li herêma çiyayî ya navçeya Gêlê berû berhev kirin.
Şaredariyê par jî li herêma Çemê Reş a navçeya Çinarê 4 hezar berû berhev kiribû û li qada sera û şitildanînê ya şaredariyê çandibû. Piştî ku şitil digihîjin temenê 3-4 saliyê, dê li gund û cihên pêwîst bên veguhestin û çandin.
Ciyê Peyasê ya di nexşeya Amedê de./Nexşe:Batuhan Duz, CC BY-SA 4.0 (Navê Peyas û Amedê li nexşeyê hatîye zêdekirin)

Armanc: Parastina nebatên xwezayî
Di daxuyaniya Gerînendetiya Park û Baxçeyan de hate gotin: “Darên mazî, tevî şert û mercên xwezayî yên dijwar jî, bi awayekî xwezayî û bi serê xwe li hin deverên herêma me şîn dibin. Wekî rêveberiyên herêmî, me ev înîsiyatîf bi van armancan da destpêkirin: Pêşxistina çandina cureyên li hemberî ziwabûnê berxwedêr û kêmav; parastin û geşkirina nebatên xwezayî yên herêmê; parastina çavkaniyên avê; û afirandina jîngeheke şînahîtir, berxwedêrtir û domdartir.”

Daxuyanî wiha berdewam dike: “Bi vê xebatê em piştgiriya pirrengiya biyolojîk dikin, tevkariyê li bikaranîna domdar a çavkaniyên avê dikin û ji bo hilberandina cureyên herêmî yên ku li hemberî hişkesaliyê li ber xwe didin, gaveke girîng avêtine. Em ê van berû û maziyên ku me berhev kirine tevlî pêvajoyên hilberînê bikin û tevkariyê li şitilandina riwekên li gorî avhewa û axa herêma me bikin.”