SerupelNûçeMagdalena Andersson ji avakirina hukumetê vekişîya

Magdalena Andersson ji avakirina hukumetê vekişîya

Li Swêdê piştî hilbijartinên ku tê de bloka navend-çep tenê bi ferqa 3 kursiyan bi ser ketibû, hewldana avakirina hukumetê têk çû. Lîdera Sosyal Demokratan Magdalena Andersson piştî ku Partiya Çep (V) di hilbijartina serokatiya parlamentoyê de piştgirî da namzetê blok û partiya rastgir (Moderaterna), ragihand ku mercên avakirina kabîneyekê ji holê rabûne û ew dest ji erka xwe berdaye.

Li Swêdê zêdetirî du hefteyan piştî lidarxistina hilbijartinên giştî, rewşa sîyasî ya welêt derbasî qonaxeke aloz bû. Lîdera Partiya Sosyal Demokrat Magdalena Andersson ragihand ku ew ji ber tunebûna piştgiriya hewce ya di parlamentoyê de, dest ji hewldana avakirina hukumeteke nû berdaye.

Di hilbijartinên di 13ê îlonê de bloka çepgir û navendî bi wergirtina 176 kursîyan ji 349 kursîyên Parlamentoya Swêdê (Riksdag) bûbû hêza herî mezin. Tevlî vê jî hejmara kursîyên vê bloqê ji 3 kursî ji bloka rastgir zêdetir e.

Partiya çep hevsengîyê xera kir

Sedema sereke ya têkçûna hevdîtinan hevkariya surprîz a di hilbijartina serokatiya parlamentoyê de bû. Partiya Çep (V) ku di çarçoveya bloka navend-çep de cih digirt, li dijî namzetê Sosyal Demokratan piştgirî da namzetê Partiya Moderataterna Andreas Norlen û bi vî awayî Norlen 200 deng wergirtin.

Magdalena Andersson. Foto: Fanni Uusitalo / Prime Minister’s Office Finland, Wikimedia

Rêbera Sosyal Demokratan Magdalena Andersson di daxuyanîya çapemenîyê de ser vê tifaqa nû û wiha axivî: “Partiya Çep biryar da ku di hilbijartina serokatiya parlamentoyê de li gel Partiya Moderaterna tevbigere. Ligel vê yekê, daxwazên cuda yên Partiya Navendê yên ku rê nadin Partiya Çep di kabîneyê de cih bigire, pêvajoyê ber bi xetereyê ve bir. Wekî encam, niha tu derfet tune ye ku ez hukumeteke bi îstîqrar ava bikim.”

Wekî din, Partiya Navendê (Centerpartiet) ku xwedî helwesteke navendî ye, bi zelalî ragihandibû ku ew ê piştgiriyê nedin hukumeteke ku nûnerên çepgirên û rastgirên radîkal di nav de bin. Piştî ku Partiya Çep daxwaza parvekirina meqamên wezîrtîyan kir, helwesta Partîya Navendî hîn zêde xurt bû.

Erk derbasî bloqa rastgir dibe

Piştî vekişîna Anderssonê, çav li Serokê Parlamentoyê Andreas Norlen e ku di rojên pêş de bi serokên partiyan re bicive. Tê payîn ku serokê bloka rastgir û Partiya Moderat Ulf Kristersson erka damezrandina hukumetê bigirin.

Li gorî qanûnên Swêdê, eger parlamentoyê di 4 dengdanan de dengê pêbawerîyê nede namzetan, welat wê ji neçarî careke din hilbijartinan li dar bixe. Heta ku ev krîz çareser bibe wê Swêd ji aliyê hukumeteke veguhêz ve bê birêvebirin.