Beledîyeya Gimgimê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bi modela xwe ya “Budceya Beşdar” di Xelata Çavdêrxaneya Demokrasiya Beşdar a Navneteweyî (OIDP) de ji nav 188 şaredariyên cîhanê ma fînalê û di dengdana giştî de bû duyem.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku serlêdana Beledîyeya Gimgimê ya di warê beşdarîya welatîyan de serkeftineke navneteweyî ye. Di pêşbirkê de ji seranserî cîhanê 188 şaredarîyan serî lê dabû. Piştî qonaxa nirxandinê 40 şaredarî man fînalê. Xebata Budceya Beşdar a Şaredariya Gimgimê di dengdana vekirî ya gel de piştgiriya herî zêde wergirt û di rêza duyem de cih girt.
Xelkê taxan projeyên xwe amade dikin
Li gorî agahiyên fermî, Beledîyeya Gimgimê li tevahiya her 7 taxên navçeyê xebat meşandine da ku xelk pêdivî û daxwazên xwe yên sereke rasterast diyar bike. Di vê çarçoveyê de, li taxan 21 pêşniyazên projeyan hatin amadekirin û welatiyan rasterast dengê xwe da wan. Di encama vê tecrubeya demokrasîya rasterast de, 25% tevahiya budceya veberhênanê ya Şaredariya Gimgimê ji bo wan projeyên ku ji aliyê xelkê ve hatibûn destnîşankirin, hat veqetandin.
Tecrubeya Gimgimê li Polonyayê hat parvekirin
Hevserokên Beledîyeya Gimgimê Gulbahar Kaya û Giyasettîn Aydemîr di navbera 21 û 23yê îlonê de li bajarê Krakowê yê Polonyayê beşdarî Konferansa 25emîn a Çavdêrxaneya Demokrasiya Beşdar a Navneteweyî (OIDP) bûn. Hevserokan tecrubeya Gimgimê bi birêvebir û pisporên navneteweyî re parve kir.
Hevserok Gulbahar Kaya di panela bi navê “Pêkanîna Budceya Beşdar” de wekî axêver cih girt. Di dawiya konferansê de belgeya fermî ya fînalîstiyê ji aliyê Alîkara Serokê OIDPyê Carola Gunnarssonê ve pêşkêşî Hevserokên Gimgimê Gulbahar Kaya û Giyasettîn Aydemîr hat kirin. Di heman konferansê de Beledîyeya Baxlerê ya Amedê jî beşdar bû û tecrubeya xwe ya birêvebiriya beşdar bi nûnerên beledîyeyên cîhanê re parve kir.
Derbarê OIDPê de
OIDP (International Observatory on Participatory Democracy) tor û saziyeke navneteweyî ye ku di navbera şaredarî, hikumetên herêmî, rêxistinên sivîl û navendên lêkolînê de hevkariyê dike.
Armanca OIDPê ew e ku demokrasiya herêmî û beşdariya rasterast a welatiyan di biryargirtina birêvebiriya bajêr de xurt bike, tecrubeyên serkeftî berbelav bike û ji bo hikûmetên herêmî bibe mînak.
Xelata OIDPê (Best Practice in Citizen Participation): Her sal ji bo naskirin û xelatkirina polîtîkayên giştî yên herî serkeftî yên di warê beşdariya welatiyan de tê organîzekirin.

