Tirkîye û Iraqê di 23ê îlona 2026ê de li New Yorkê li hev kirin da ku baregeha Bashiqa-Zilkanê a li bakurê Musilê bi awayekî hêdî-hêdî radestî hikumeta federal a Iraqê bê kirin. Biryar di daxuyanîya hevpar a serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ve hate ragihandin.
Baregeh di 2015ê de, bi destûra hikumeta herêma Kurdistanê ve hate avakirin. Armanca fermî perwerdekirina hêzên dijî-DAIŞê bû, lê di pratîkê de bû nîşana hebûna leşkerî ya Tirkîyê li ser axa Kurdistanê. Li gorî ragihandinê, vekişîn wê “li gorî pêşveçûna tedbîrên ewlehiyê yên Iraqê” û “mekanîzma û dema lihevhatî” pêk were. Tê payîn heta dawîya îsal hêzên Tirkîyeyê tevahî ji baregehê vekişin.
Başûr muhatab nehat girtin
Di ragihandina hevbeş a li ser baregehê de peyvên “vegera desthilatdariya tevahî ya dewleta Iraqê li Şengalê” û “dawîya hebûna hêzên biyanî yên qedexe” derbas dibe. Bi van gotinan îşaret rasterast bi PKKê û YBŞê yê tê kirin. Ji bo başûrê Kurdistanê, ev yek tê wateya ku Enqere dixwaze Bexda kontrola li ser Şengal û derdora wê xurt bike. Hikumeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bi tevahî li derveyî vê prosesê tên hiştin. Tirs ev e ku eger hikumeta Herêma Kurdistanê di pêvajoya radestkirina baregehê de roleke çalak pêk neyne, serwerîya başûrê Kurdistanê wê qels bibe.
Tirkîye, digel ku ji baregeheke xwe vedikişe, hîn jî bi awayekî aktîf bi dehan baregehên din ên neqanûnî li başûrê Kurdistanê bi kar tîne. Vekişîna Tirkîyê ji yek baregehê dikare wek gavêk were dîtin lê eger hebûna leşkerî ya Tirkîyeyê li Başûr bidome, wê tu feydeya wê ji bo xurtkirina serwerîya Başûr tune be. Ji ber ku Tirkîye di mijara vekişîna ji vê baregehê Başûr de muhatab qebûl nake.


