SerupelCivakKatalan û bask li ser şopa modela Brîtanyayê stratejiya nû amade dikin

Katalan û bask li ser şopa modela Brîtanyayê stratejiya nû amade dikin

Partiyên serxwebûnxwaz ên Katalonya û Wealtê Baskê, piştî peymana dîrokî ya di navbera hêzên xweserîxwaz ên Skotland, Welatê Galê û Îrlandaya Bakur de, stratejiyeke nû li Îspanyayê danîn ber xwe. Li gorî nûçeya rojnameya El Mundo, partiyên Junts, ERC û EH Bildu dixwazin tecrûbeya a Brîtanyayê bînin nav siyaseta Îspanyayê û "rêyên nû ber bi serxwebûnê ve" vekin.

Pêla serxwebûnxwaziyê ya li Brîtanyê bandorê li siyaseta nava Îspanyayê dike. Partiyên sereke yên serxwebûnxwaz ên Katalonyayê (Junts per Catalunya û Esquerra Republicana – ERC) tevlî partiya sereke ya herêma Baskan EH Bildu,  li ser stratejiya hevkariyê ya neteweyên bêdewlet vekolînê dikin. Herdu alî li ser vê meseleyê xebatekê dan destpêkirin.

Bingeha vê însiyatîfa nû xwe dispêre “Peymana Serwerîyê ya Cardiffê” ku çendekî berê di navbera hêzên xweserîxwaz û serxwebûnxwaz ên Skotland, Welatê Gal û Îrlandaya Bakur de li bajarê Cardiffê hatibû îmzekirin. Wekî ku di nûçeya taybet a rojnameya El Mundo de hat destnîşankirin, aktorên katalan û bask vê peymanê wekî mînakeke serkeftî dibînin û di wê baweriyê de ne ku ev model ji bo berxwedana li dijî desthilata navendî ya Madrîdê “rêyên nû ber bi serxwebûnê ve” vedike.

Tevgerên serxwebûnxwaz ên Îspanyayê dixwazin bi riya vê modelê eniyeke hevpar a hevaheng ava bikin. Di nava plana stratejîk de parastina hevpar a mafên otonomîyê, hevahengîya di Parlamentoya Îspanyayê de û zexta ji bo venasîna mafê self-determînasyonê cih digirin.

📌 PEYMANA CARDIFFÊ (13-14’ê Îlona 2026’an)

Serokên partiyên serxwebûnxwaz û berpirsên xweser ên Skotland, Wales û Îrlandaya Bakur memorandûmeke hevpar îmze kirin. Wan ragihand ku “çênabe ku tu hikûmeteke li Westminsterê (London) rê li ber daxwaza demokratîk û mafê diyarkirina çarenûsê bibe asteng.”

Tora navneteweyî û fikara Madrîdê

Ev pêngava hevgirtî ligel xebata wê ya navxweyî, xwedî aliyekî navneteweyî ye jî. Raporên çapemenîya îspanî balê dikişînin ser wê yekê ku hevdîtin û girêdanên dîplomatîk di navbera nûnerên katalan, bask û berpirsên Skotland û Îrlandaya Bakur de zêde bûne. Tê gotin ku nûnerên van herêman dixwazin mijara mafê dewletbûnê û pirsên otonomîya çandî binîn rojeva sazîyên Yekîtiya Ewrûpayê û qada navneteweyî.

Li aliyê din, alîyên siyasî yên navendî li Madrîdê vê gavê wekî “operasyoneke nû ya serxwebûnxwaziyê” dinirxînin û derbarê aloziyeke din a destûrî de hişyariyê didin. Siyasetmedarên îspanî fikar dikin ku ev cûre bloka hevpar astengiyên mezin li hember biryardariya siyasî ya giştî ya Îspanyayê çêbike.