SerupelÇandBerxwedana 2000 salan a li Alpan: Dolomît dest ji ziman bernade

Berxwedana 2000 salan a li Alpan: Dolomît dest ji ziman bernade

Li bakurê Îtalyayê, di nav geliyên çiyayên Dolomîtê de, nêzîkî 30 hezar kes xwedî li zimanê ladînî ku 2000 sal in tê axaftin, derdikevin. Kanala medyayê ya ciwanan ENTR li ser çîroka vî zimanî vîdyoyekê weşand û piştre France 24ê jî nûçeyek derbarê vîdyoyê de belav kir. Zimanê ladînî tevî siyaseta asîmîlasyonê û zordariya rejîma faşîst, îro di jiyana rojane, perwerde û muzîka ciwanan de zindî ye. 

Li bakurê Îtalyayê, di hembêza çiyayên bilind ên Dolomîtê de, nêzîkî 30 hezar axaftvanên zimanê ladînî xwedî li nasname û zimanê xwe yê kevnar derdikevin. Cih û warê sereke yê axaftvanên ladînî lê dijîn îro di nava sînorên Tîrola Başûr, Trentino û Belluno de ye. Kanala navneteweyî ya ciwanan ENTR di vîdyoyeke taybet de bal kişand ser berxwedana vî zimanî. Vîdyoya li ser doza ziman kêmara ladîn bala televîzyona fermî ya Fransayê  France 24 kişand. France 24 li ser vîdyoyê û mijara ziman ladînî nûçeyekê weşand. .

Berxwedana li hember asîmîlasyonê

Zimanê ladînî beriya 2000 salan, gava leşkerên romayî hatin herêmê û latîniya rojane bi zimanên xweser ên gelê Alpan re gihîşt hev, derket holê. Izolasyona cografî û jiyana gundewar destûrê da da ku axaftvanên vî zimanî heta îro zimanê xwe biparêzin.

Lê belê, sedsala 20em ji bo axaftvanên ladînî serdemeke pir dijwar bû. Piştî ku herêm ji Împaratoriya Habsburgê derbasî bin kontrola Îtalyayê bû, di serdem û rejîma Faşîst a Mussolini de siyaseta bişaftin û tunekirina zimên bi dijwarî hat meşandin. Navên gundan hatin guhartin, perwerde û axaftina bi ladînî di saziyên giştî de hat qedexekirin.

Statu, perwerde û geşbûna ziman

Tevî van probleman, civaka ladînî paş ve gav navêt. Wekî ku di vîdyoya ENTRê de jî tê destnîşankirin, parastina zimên ne tenê ji aliyê saziyan ve, di serî de bi saya xwedîderketina gundîyan di nava mal û zevîyan de pêk hat. Piştî statûya xweserîya sala 1972an, zimanê ladînî di dibistanan wekî beşek ji perwerdeya sêzimanî cih girt.

Îro ciwanên ladînî xwedî li nasnameya xwe derdikevin. Ew ne tenê di jiyana rojane de, lê di muzîkê û bi taybetî di hunera Hip-Hop û Rapê de jî zimanê xwe bi kar tînin. Bi van xebatan berxwedana çandî ê zimanî ya li herêmê formeke nûjen werdigire. Çîroka zimanê ladînî nîşan dide ku dema xwedîderketina civakî û mafên qanûnî bibin yek, zimanên kêmaran dikarin di cîhana nûjen de zindî bimînin.