SerupelKurdistanBajarên bakurê Kurdistanê ji bo kurdî meşîyan

Bajarên bakurê Kurdistanê ji bo kurdî meşîyan

Li bajarên Kurdistanê Amed, Batman û Entabê bi pêşengiya komele û saziyên zimanê kurdî, bi daxwaza perwerdehîya bi zimanê dayikê meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. Di çalakîyan de bal hat kişandin ser giringîya zimanê kurdî û hat destnîşankirin ku mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî mafekî gerdûnî, xwezayî û bingehîn e.

Amed

Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji NCity AVMyê ber bi Parka Koşuyoluyê meşek hat li dar xistin. Di meşê de pankartên “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” hatin vekirin û dirûşmên ji bo parastina ziman hatin berzkirin. Rêvebera MED-DERê Şukran Yakut diyar kir ku tevî destpêkirina sala nû ya perwerdeyê jî zarokên kurd ji zimanê xwe bêpar in. Yakut destnîşan kir ku zimanê kurdî stûna bingehîn a hebûn û nasnameyê ye got ku ku armanca wan a sereke bidestxistina statu û perwerdehîya bi kurdî ye.

Entab

Komeleya Kurdî-Parêz a Entabê li Parka Balikli daxuyanîyek da. Hevserokê komeleyê Abdurrahman Yalin got ku civakek bê ziman nikare hebûna xwe biparêze. Yalin bal kişand ser dewlemendîya kurdî û diyar kir ku kurdî ji aliyê peyvan ve di nav zimanên cîhanê de di rêza 8an de ye. Yalin, dîyar kir ku zimanê kurdî bi edîbên wekî Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî hatiye nasandin. Yalin destnîşan kir ku kurdî bi dersa bijarte sînordar nabê û divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehîyê û di destûra bingehîn de cih bigire.

Batman 

Komeleya ARÎ-DERê li hember qedexeyên ser ziman ji Xaçerêya Dortyolê heta Parka Yilmaz Guney meşiya. Hevserokê ARÎ-DERê Rênas Yildirim diyar kir ku astengkirina zimanê zikmakî li dijî pêşketina hiş û ramanê ya nifşên nû ye. Yildirim hewldanên tengkirina ziman ên li Rojavaya Kurdistanê û polîtîkayên înkarê yên li Tirkiyeyê rexne kirin û got ku bisînorkirina kurdî bi çend saetên dersa bijarte nayê qebûlkirin. Wî banga xwedîderketina li ziman kir û got ku parastina ziman, parastina bîr û siberojê ye.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.