Roja 11ê îlona 2026ê, Katalonya Rojava Neteweyî (Diada) pîroz kir. Îsal salvegera 50emîn a Diadaya yekem a piştî dîktatoriya Franko bû. Li Barselonayê nêzîkî 45 hezar kes beşdarî mîtingên serxwebûnê bûn. Li Girona û Amposta jî çalakîyên girseyî hatin lidarxistin. Navekî din a li vê rojê hatîye kirin Onze de Setembre (11ê îlonê) ye.
Bernameyên Roja Neteweyî ya Katalonyayê merasîma li ber abîdeya Rafael Casanovayê dest pê kir. Serokê Generalitatê Salvador Illa axaftina fermî kir. Êvara rojê, li Teatre Nacional de Catalunya çalakîya fermî ya ji bo bîranîna rojê hat lidarxistin. Omnium Cultural jî “Festa per la Llibertat” organîze kir û konserên belaş pêşkêş kirin. Mîtinga sereke di bin temaya “Hi soc. Hi som. Independència” (Ez li vir im. Em li vir in. Serxwebûn) hat lidarxistin û li Plaça Catalunyayê bi dawî bû.
Onze de Setembre çi ye?
11ê Îlonê (Diada) bîranîna dagirkirina Barselonayê ya sala 1714an e. Ev roj îro ji bo Katalanan veguheriye sembola berxwedan, parastina ziman û daxwaza serxwebûnê.
Paşxaneya dîrokî: 1714
Roja Neteweyî ya Katalan xwe dispêre dagirkirina Barselonayê ya di 11ê îlona 1714an de. Rêvebiriya Katalan li hemberê Qralê Îspanyayê Felîpeyê V. tevlî Împaratoriya Habsbûrg şer ragihand. Artêşa Îspanyol û hevalbendên Îspanyayê ji bo Katalonyayê têk bibe berê xwe da Barselonayê. Di 1714ê de, piştî dorpêçkirina 14 mehan, hêzên Bourbon ên Filip V bajêr dagir kirin. Rafael Casanova, ku şaredar bû, di şer de birîndar bû. Piştî têkçûnê, saziyên Katalonyayê hatin hatin ji hev xistin û ziman û çanda katalanî hatin tepisandin.
Di sedsala 19an de, ev roj bû sembola berxwedanê. Di 1886ê de yekem car li dêra Santa Maria del Mar rojeke bîranînê hat lidarxistin. Di 1894ê de jî danîna gulan li ser abîdeya Casanova dest pê kir. Di dema Komara Duyem de Diada fermî bû, lê piştî şerê navxweyî û dîktatoriya Franko hat qedexe kirin.

1976: Pîrozbahîya piştî Franco
Piştî mirina Franso, di îlona 1976ê de yekem pîrozbahîya mezin a Diadayê li Sant Boi de Llobregat ku Casanova lê hatîye veşartîye, hat lidarxistin. Hikumet destûrê neda heman bîranîn li Barselonayê jî bê lidarxistn. Bi hezaran kes bi dirûşmeya “Llibertat, amnistia, Estatut d’Autonomia” (Azadî, efûya giştî û statiya otonomîyê) tevlî çalakîyê bûn.
Diada îro ne tenê bîranîna berxwedana Katalonyayê ye lê belê veguherîye platformeke ji bo daxwazên parastina zimanê katalanî û serxwebûna Katalonyayê. Tevî parçbûna sîyasî ya di navbera hêzên katalan de, hîn jî bi hezaran kes di vê rojê de li kolanan dicivin.


