SerupelÇandKanada di 1969an de Qanûna Zimanên Fermî qebûl kir

Kanada di 1969an de Qanûna Zimanên Fermî qebûl kir

Qanûna Zimanên Fermî (Official Languages Act) a sala 1969an di dîroka mafên zimanî yên Kanadayê de bû pêngaveke stratejîk. Ev qanûn di encama têkoşîneke civakî û ji bo parastina yekitiya welêt hat pejirandin.

Di sala 1969an de Parlamentoya Kanadayê biryareke dîrokî da û Qanûna Zimanên Fermî pejirand. Bi vê gavê re îngilîzî û fransî di hemû saziyên dewletê yên federal de bûn xwedî heman statû û mafî. Ev biryar ne tenê li ser kaxezê ma, di heman demê de bingeha sîyasî û civakî ya welêt ji nû ve ava kir.

Pêvajoya qabûlkirina vê qanûnê di nava krîzên sîyasî û civakî de dest pê kir. Di salên 1960î de li Quebecê tevgereke xurt a civakî û çandî bi navê “Şoreşa Bêdeng” (Révolution tranquille) dest pê kir. Welatiyên fransîaxêv ji ber ku di saziyên dewletê û jiyana aborî de rasterast rastî cudakarîyê dihatin, serî hildan.

🍁 QANÛNA ZIMANÊN FERMÎ SÊ TIŞTÊN BINGEHÎN GUHERTIN:
  • Statûya Wekhev: Îngilîzî û fransî di saziyên federal de bûn xwedî heman mafî.
  • Xizmeta bi zimanê dayîkê: Mafê welatîyan çêbû ku ji dewletê bi zimanê xwe xizmetê bistînin.
  • Pêşîgirtina parçebûnê: Bû bersiveke sîyasî ji alozîya civakî ya salên 1960î re.

Komîsyona Duzimanî û Duçandîyê

Ji bo bersivdayîna vê nerazîbûnê, di sala 1963an de “Komîsyona Qralîyetê ya li ser Dûzimanî û Dûçandiyê” hat ava kirin. Rapora komîsyonê diyar kir ku fransîaxêv di warê civakî û aborî de hatine îzolekirin. Li ser daxwaza serokwezîr Pierre Elliott Trudeau, qanûn hat pejirandin da ku pêşiya parçebûna welêt bê girtin.

Bi vê qanûnê re, mafên welatîyan a bi her du zimanan -îngilîzî û fransî- stendina xizmetê ji saziyên federal û mafê xebatkaran a karkirina bi zimanê xwe yê zikmakî hat qebûlkirin. Qanûn di salên 1988 û 2023an de jî hat nûkirin da ku mafên kêmarên zimanî hîn bêtir bên parastin.

Têkoşîna zimanî ya Kanadayê nîşan dide ku statûya zimanî û wekheviya welatiyan rasterast bi hev ve girêdayî ne. Aramiya îro ya Kanadayê berhema vê feraseta demokratîk e ku piralîbûna zimanî bi garantiya hiqûqî diparêze.