Hejmara 49. ya e-kovara Kurdistanê hat weşandin. Nivîsên derbarê welatên federal de û tevlî hin nûçeyên bi xebatên ji bo kurdî û Kurdistanê re eleqeder in, naveroka vê hejmarê pêk tînin.
Venasîna pirtûkên kurdî ji alîyê arşîva neteweyî ya Swîsreyê û forûma navneteweyî ya ji bo xebatên kurdî ya li heman welatî, nûçeyên beşa beşa ewil a e-kovarê pêk tînin.
Bi wesîleya serxwebûna Belçîkayê, gotarekê derbarê pergala federal a vî welatî de hatîye weşandin. Rakirina sînorên di navbera Îspanya û Cebelîtariqê de û biryara dadgeheke ewrûpî ya derbarê Îspanyayayê de ku li Katalonyayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin, nûçeyên din in ku tevlî nûçeya Belçîkayê di beşa cîhanê de hatine weşandin.
Konfederasyona Swîsreyê bi danasîna dosyeya Kantona Glarusê berdewam dike. Vê kantona almanîaxêf bi coxrafya, dîrok, ziman, demografya, aborî û sîstema polîtîk bûye mijara lêkolînê.
E-kovara Kurdistanê di 2023an û heta niha weşana xwe didomîne. Kurdistan ji 15 rojan carekê tê weşandin.
Hemû nivîsên hejmara 49.
- 21 pirtûkên kurdî ketin bin parastina fermî ya Swîsreyê
- Yekemîn Foruma Navneteweyî ya Xebatên Kurdî li Swîsreyê
- Belçîka: Serxwebûn, reform û federalîzm
- Sînorê di navbera Îspanya û Cebelîtariqê de hate rakirin
- YE derî vekir: Serxwebûna Katalonyayê dîsa di rojevê de ye
- Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Glarusê
Hûn dikarin li ser vê lînkê e-kovarê bixwînin û PDFyê daxin.



