Tîma Lêkolînê ya Infowelatê li ser ezmûna xwerêveberî, xweseriya darayî û statûya navneteweyî ya Tîrola Başûr (Südtirol) dosyeyeke berfireh ê lêkolînê weşand. Encamên lêkolînê nîşan didin ku otonomiya rastîn û garantîkirî dikare herêmekê ji krîzên etnîkî derxîne û bike mînakeke cîhanî ya serkeftin û dewlemendiyê.
Lêkolîna Infowelatê balê dikişîne ser rêwîtiya dîrokî ya Tîrola Başûr ku di sedsala borî de rastî siyaseta ‘îtalyanîzekirinê’ hatibû. Lêbelê, piştî têkoşîneke siyasî û Peymana Parîsê, herêmê gav bi gav statûya xwe ya taybet bi dest xist û îro bi nifûsa xwe ya ji 535 hezarî , bûye yek ji herêmên herî pêşketî yên Ewrûpayê.
Bingeha aramîya vê herêmê li ser mîmariya qanûnî ya ‘Siyaseta Lihevkirinê’ û ‘Kotaya Zimanî’ (Proporz) hatîye avakirin. Bi vê sîstemê, mafên 3 komên zimanî yên naskirî (Almanî, îtalyanî û ladînî) di saziyên giştî de tên garantîkirin.Yek ji xalên herî balkêş ên vê modelê xweseriya darayî ye. Li gorî peymanên bi dewleta navendî re, 90% ji hemû bacên ku li herêmê tên berhevkirin ji bo budçeya Tîrola Başûr dimînin. Vê azadiya darayî bû sebeb ku Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (GDP) ya serê kesekî nêzîkî 60.000 euroyî û rêjeya bêkariyê jî dakeve bin %3yan.
Di dosyeyê de her wiha behsa Reforma Destûrî ya 2026an jî tê kirin. Di encama vê reformê de hemû desthilatên qanûndanînê yên ku berê hatibûn astengkirin, paşve derbasî Parlamentoya herêmî bûn.
Ji bo xwendina rapora tam û berfireh a Infowelat, hûn dikarin serdana malperê bikin.



