SerupelCivakJi Dadgeha Barselonayê biryara dîrokî: Referandûma Katalonyayê ne sûc e

Ji Dadgeha Barselonayê biryara dîrokî: Referandûma Katalonyayê ne sûc e

Dadgeha Barselonayê sûcdarîya ya li hember endamên Lijneya Hilbijartinê ya Katalonyayê (Sindicatura Electoral) bi temamî betal kir. Biryara dadgehê ê vê wateyê ku lidarxistina referandûma serxwebûnê ya 2017an ne sûc e. Endamê vê lijneyê Josep Pagès i Massó di gotareke xwe de ku di rojnameya El Punt Avui û de hat weşandin, diyar kir ku ev biryar serkeftina hewldanên demokratîk ên gelê katalan e.

Proseya dadwerîya kesên ku referandûma Serxwebûna Katalonyayê gihişt qonaxeke nû. Dadgeha  Barselonayê, neh salên piştî vekirina dozan û du salan piştî pejirandina Qanûna Efûyê,  biryar da ku hemû berpirsiyariya tawanbarî ya li ser endamên Lijneya Hilbijartinê ya Referandûmê bi dawî bûye. Ev biryar ji aliyê civaka serwerîxwaz ve ve wekî gaveke giring a naskirina mafê demokratîk ê gelê katalan tê nirxandin.

Têkildarî vê geşedanê, endamê Lijneya Hilbijartinê ya Referandûma 1’ê kanûna pêşîn 2017an Josep Pages i Masso, di nivîsa xwe ya ku di rojnameya El Punt Avui de cih girt de, bal kişand ser bingeha hiqûqî ya pêvajoyê. Masso destnîşan kir ku tevgera wan bi temamî li ser bingeha qanûnî û pîvanên navneteweyî xebat kirîye  û got: “Referandûma serxwebûnê ya 1’ê kanûna pêşîn ne sûc bû û yên ku beşdarî wê bûne jî ti carî ne sûcdar bûn. Ev dengdana ji bo daxwaza demokratîk a gelê Katalonyayê pêk hat, xwe spart piştgirîya Xala Yekem a Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafê diyarkirina çarenûsê.”

Masso di berdewamiya nirxandina xwe de red kir ku Qanûna Efûyê wekî rehm an jî lêbohorîna dewleta Îspanyayê bê hesibandin. Aktîvîstê katalan bal kişand ser rewşa siyasî û wiha lê zêde kir: “Efû ne bexşandin an lêborîna hikumeta Îspanyayê ye lêbelê belkî ew sererastkirineke giştî be ji bo çareserkirina nakokîya siyasî ya di navbera du neteweyan de, anku Katalonya û Îspanyayê. Edaleta Ewrûpayê bi biryarên xwe yên dawî ev rastî piştrast kir ku 1ê kanûna pêşîn mafekî rewa ye û divê ev qanûna  efûyê ji bo hemû rêber û siyasetmedarên li sirgûnê bê bicîanîn.”

Nivîsa orjînal a Josep Pages i Masso dikare di El Punt Avui de bê xwendin.