SerupelCivakThomas Sankara navê 'Haute-Volta' çima guherand?

Thomas Sankara navê ‘Haute-Volta’ çima guherand?

Di 4ê tebaxa 1984an de, dewleta li rojavayê Afrîqayê ku bi navê  “Haute-Volta” (Voltaya Jorîn) dihat naskirin, di bin serokatiya lîderê şoreşger Thomas Sankara de navê xwe kir "Burkina Faso". Ev guherîn ne tenê meseleyeke sembolîk bû; ew gava herî giring a şoreşeke çandî û ramanî bû li hember bermahîyên kolonyalîzma fransî.

Di dîroka têkoşîna gelên rojavayê Afrîkayê de 4ê tebaxa 1984an rojeke sembole li dijî kolonyalîzmê. Welatê ku heta wê demê wekî “Haute Volta” (bi îngilîzî Upper Volta) dihat naskirin, bi çalakîyeke watedar ket rojeva cîhanê. Di bin serokatiya Thomas Sankara yê ciwan û karîzmatîk de, welat biryar da ku navê xwe yê kolonyalîst biguherîne û navê xwecî Burkina Faso li xwe bike.

Ev ne biryareke hêsan a îdarî an jî guherîneke dekoratîf a nexşeyan bû. Ji perspektîfa dij-kolonyalîzmê ve, navê “HauteVolta” birîneke vekirî bû. Ew navek bû ku ji aliyê mêtingerên fransî ve hatibû danîn, tenê taybetîyeke cografî (beşa jorîn a Çemê Volta) nîşan dida û hebûna dîrokî, çandî û mirovî ya gelên li wê herêmê dijîn temsîl nedikir.

Nexşeya Burkina Fasoyê

Şoreşeke dekolonîzasyonê

Sankara û hevalên wî yên şoreşger fêm kiribûn ku rizgarî tenê bi derxistina leşkerên kolonyalîst nabe; divê mêjî û ziman jî werin dekolonîzekirin. Ji bo vê yekê, wan navê nû ji du zimanên herî mezin ên welat pêk anî: “Burkina” (bi zimanê moore, tê wateya “mirovên birûmet/dilsoz”) û “faso” (bi zimanê dioula, tê wateya “welat/mala bav”). Bi vî awayî, “Burkina Faso” bû sembola “Welatê Mirovan a Birûmet”. Ev gav, vegerandina rûmeta gelekî bû ku bi sedsalan hatibû piçûkxistin.

Guherîna navê welat tenê destpêka şoreşek berfireh a dekolonîzasyonê bû. Sankara sîstema aborîyê ya ku girêdayî Fransa û saziyên navneteweyî bû, red kir û berê xwe da hilberîna navxweyî. Wî zimanên herêmî xurt kirin, mafên jinan pêş xist û hewla avakirina Afrîqayeke yekbûyî û serbixwe da. Sembola vê şoreşê bû navê nû ku di her tê de banga serxwebûn û serwerîyê hebû.

Haute Volta di 5ê tebaxa 1960an de serxwebûna xwe ragihandibû lêbelê heta sala 1984an di bin sîbera “neo-kolonyalîzmê” de mabû. Şoreşa Sankara û guherîna nav, têkoşîna li hember kolonyalîzmê derxist qonaxeke din û di vê têkoşînê de rûpela dawî ya serwerîyê vekir.