Arkeologên ku li girika Türkmen Karahöyük a navçeya Çumra ya Konyayê dixebitin, du berhemên giring keşif kirin ku dîroka kevnar a vê deverê nîşan didin. Yek jê mohreke kevirî yê bi nivîsara hieroglîfîk a zimanê lûwîan e û li dora 3500 salî ye; ya din jî amûreke zêrîn a serdema Romayayê ye ku tê de pelika zêrîn a pir tenik heye û tê bawerkirin ku beşek ji Kitêba Pîroz lê nivîsandî ye.
Li ser mohra kevirî, digel du mohrên sifir û mohreke din, navê Kurunti-ziti û sernivîsek îdarî heye. Lêkolîner dibêjin ku ev nav bi xwedayê Kurunta ve girêdayî ye, ku di baweriyên hîtît û luwiyan de cihê giring digirt. Hebûna vê morê nîşan dide ku di navbera salên 1500–1400 Berî Zayînê (BZ) de li vî cîhî pergaleke îdarî ya rêxistinkirî hebû. Mohr di wê demê de ji bo pejirandina belge, kelûpel û depoyan dihatin bikaranîn.

Zimanê lûwî
Zimanê luwî zimanekî hindû-ewrûpî yê şaxa Anatolyayê ye û nêzîkî hîtîtî ye. Wê demê bi nivîsara mîxî hem jî bi hîyeroglîfên xweser ên Anatolyayê dihat nivîsandin. Herçiqas Türkmen Karahöyük li Anatolyaya Navîn be jî, ziman û çanda luwian di Serdema Bronz û Hesin de heta bakurê Kurdistanê, Kîlîkyayê û bakurê Sûriyeyê belav bûbû û bi herêmên Mezopotamyaya Jorîn re têkiliyên bazirganî û çandî hebûn.
Ev keşf ji bo dîroka ziman û rêveberiya kevnar a Rojhilata Navîn giring tê qebûlkirin. Keşif nîşan dide ku Anatolya di hezar sala duyemîn a BZ de beşek ji tora mezin a çandî û siyasî bû ew tor paşê di dîroka pêşîyên kurdan de bû xwedî roleke giring.



