SerupelKurdistanDi têkoşîna hêzê ya li herêmê cîyê kurdan: “Berberîya Tirkîye û Îsraîlê...

Di têkoşîna hêzê ya li herêmê cîyê kurdan: “Berberîya Tirkîye û Îsraîlê bandorê li pêvajoya PKKê dike”

Malpera The National Context’ê ya li Brîtanyayê vê îdiayê davêje holê. Malper îdia dike, yek ji bingehîn armancên pêvajoya çareseriyê ya ku Anqereyê ji nû ve daye destpêkirin ev e, Anqere dixwaze PKK’yê ji bandora aktorên derve dûr bixe û berê wê bide ku li hundirê Tirkiyê li çareseriya siyasî bigere.

Di nirxandineke malpera The National Context a li Brîtanyayê tê îdiakirin ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera Tirkiye û PKK’ê de tê meşandin tenê ne bi siyaseta navxweyî, di heman katê de bi berberiya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê ve jî girêdayî ye.

Di nivîsara li ser babetê de tê gotin ku Enqere bidawîkirina têkoşîna çekdarî û pejirandina têkoşîna siyasî ya PKK’ê di çarçoveya têkîliyên nû yên jeopolîtîk de wekî hedefeke stratejîk dinirxîne.

Analîz weha dewam dike, dibêje guherîna giraniya hêzan a li Rojhilata Navîn a piştî 7’ê Cotmeha 2023’yan derfetên nû li pêşiya PKK’ê vekiriye. Tê îdiakirin ku sê senaryoyên bingehîn ên PKK’ê hene:

  • Wê pêvajoya aştiya bi Tirkiyê re bi pêş ve bibe,
  • Wê têkîliya bi Îranê ya heyî biparêze,
  • An jî wê xeteke nêzî stratejiya Îsraîlê ya li herêmê bipejirîne.

Di nivîsarê de tê îdiakirin ku yek ji bingehîn armancên pêvajoya çareseriyê ya ku Anqereyê ji nû ve daye destpêkirin ev e ku Enqere dixwaze PKK’yê ji bandora aktorên derve dûr bixe û berê wê bide ku li hundirê Tirkiyê li çareseriya siyasî bigere. Di vê çarçoveyê de tê gotin ku Tirkiye meseleya Kurdan tenê wekî pirsgirêka ewlekariyê nanirxîne, herweha PKK’ê êdî wekî parçeyekî muhîm ê têkoşîna hêzê ya li herêmê jî dinirxîne.

Tevî vê yekê, dibêje Enqere işaretên ku Îsraîl dixwaze bi aktorên Kurd ên bi taybetî li Sûriyê têkîliyan dayîne jî ji nêz ve dişopîne. Lewma jî lezdayîna pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyê tenê ne ji bo ku aştiya navxweyî pêk bîne, di heman katê de Enqere dixwaze bi vê hemleya stratejîk ve, di mijara têkoşîna hikumraniya li herêmê de awantajê bi dest bixe.

Nivîsar cî dide PJAK’ê jî. Pêşeroja PJAK’ê wekî xaleke krîtîk a pêvajoyê nîşan dide. Dibêje eger pêvajoya bi Tirkiyê re tê meşandin biçe serî, rola PJAK’ê ya li Îranê wê ji nû ve bê danîn. Bes eger pêvajo neçe serî jî wê rewşa heyî ya li herêmê bê parastin.

Wekî encam;

The National Context dibêje di encama hemû van pêşdeçûnan de, pêvajoya Tirkiye û PKK’ê tenê ji muzakereyên çekberdanê pêk nayê. Herweha, di heman katê de, êdî bûye parçeyekî muhîm ê berberiya li herêmê ya di navbera Tirkiye, Îsraîl û Îranê.