SerupelCivakLi Pasîfîkê sembola dekolonîzasyonê: Vanuatu 46 sal in serbixwe ye

Li Pasîfîkê sembola dekolonîzasyonê: Vanuatu 46 sal in serbixwe ye

Îro salvegera serxwebûna Komara Vanuatuyê ye. Vanuatuya ku li Okyanûsa Pasîfîkê ye, di sala 1980î de piştî têkoşîneke dijwar a li dijî desthilatiya hevbeş a Fransa û Brîtanyayê, azadiya xwe ragihand. Doza serxwebûna Vanuatuyê, ji bo tevgerên dekolonîzasyonê yên li Okyanûsa Pasîfîkê bû mînak.

Îro salvegera serxwebûna Komara Vanuatuyê ye. Dîroka 30ê tîrmehê ji bo gelê Vanuatuyê ne tenê rojeke fermî ye; di heman demê de sembola biserketina têkoşîna li dijî dagirkerî û talana kolonyalîzmê ye.

Vanuatu ku berê wekî “New Hebrides” dihat nasîn, di sedsala 20î de di bin desthilatiya hevbeş (Condominium) a kolonyalîstên Brîtanya û Fransayê de bû. Gelê resen ê giravê di bin vê desthilatiya de rastî zextên siyasî, çandî û aborî dihat. Li dijî van zextan, tevgera azadiyê bi pêşengiya Partiya Vanua’aku ava bû û dengê doza serxwebûnê gihand cîhanê.

Prosesa serxwebûnê piştî muzakereyên dirêj ên bi brîtanî û fransîyan re re dest pê kir. Herdu alîyên kolonyalîst ji bo proses têk biçe bi komên xwe yên hevkar krîz û aloziyên çekdarî derxistin. Tevî van hemû astengî û provokasyonan jî, lîderê azadiyê Walter Lini bi piştgiriya biryardar a gel muzakereyan ber bi serkeftinê ve bir û di 30ê tîrmeha 1980î de ala serxwebûnê li paytext Port Vîlayê hat daliqandin.

Pasîfîk û dekolonîzasyon

Doza serxwebûna Vanuatuyê tenê sînordarî giravekê nema; di doza dekolonîzasyona gelên Okyanûsa Pasîfîkê de bû pêncaveke dîrokî. Pasîfîk ku bi sedsalan ji aliyê hêzên rojavayî ve wekî qada ceribandinên nukleerî, xezîneya madeyên xav û xala leşkerî dihat bikaranîn, bi serkeftina Vanuatuyê re pêngaveke nû dest pê kir.

Nexşeya Vanuatuyê

Rizgariya miletên Pasîfîkê ji kolonyalîzmê nîşan da ku doza serxwebûna Vanuatuyê tenê bi herêmekê ve sînordar nema lê belê di doza dekolonîzasyona gelên Okyanûsa Pasîfîkê de bû pêngaveke dîrokî û giring. Okyanûsa Pasîfîk ku bi sedsalan ji aliyê hêzên rojavayî ve wekî qada ceribandinên nukleerî, xezîneya depoyên madenan û herêmeke leşkerî dihat bikaranîn, bi serkeftina Vanuatuyê re ket qonaxeke nû û berbiçav.

Rizgariya miletên Pasîfîkê ji sîstema kolonyalîzmê nîşan da ku mafê biryardana çarenûsa gelan tiştekî pêkan e û miletên piçûk jî dikarin li hemberî hêzên mezin ên cîhanê maf û serweriya xwe bi cih bînin. Bi van perspektîfan, serxwebûna Vanuatuyê rê li ber tevgerên azadiyê yên li herêmên din ên Pasîfîkê vekir. Kolonyalîzm li Pasîfîkê di sedsala 20î de bi bilindbûna hişmendiya gelan têk çû. Vanuato îro jî bi helwesta xwe ya antî-kolonyalîst di platformên navneteweyî de parastina mafên miletên bindest berdewam dike.