Îspanya di 30ê tîrmeha 2026ê de yekîneyên leşkerî û polîsan şandin bajarê Ceutayê ya li bakurê Afrîkayê, piştî ku bi hezaran penaber ji Fasê vî bajarî bûn. Li gorî medyaya îspanyolî ya cîhanê di rojekê 49.000 kes ku piraniya wan ciwanên ji fasê û ji welatên Afrîkayê bûn, ketin bajêr.
Serokê Hikûmeta Ceutayê, Juan Jesus Vivas, rewşê wekî li defa hawarê xist û daxwaz kir ku Madrîd alarma neteweyî ragihîne. Navendên pêşwazîkirina demkî ya li Ceutayê ji kapasîteya xwe derbas kir û niha bi hezaran penaberan nûhatî li derve radizên.
Li alîyekî din, koça dawî ya penaberîyê bû sebeba mirina hin penaxwazan. Li deryayê cesedê ji dehan zêdetir kesan hatin dîtin. Li gorî hin çavkanîyan, hejmara qurbanîyan digihîje 19an. Di mehên dawî de bi tevahî nêzîkî 60 cesedên penaberan li peravên Ceutayê hatine dîtin. Piraniya penaberan bi botên erzan an bi rêya avjenîyê ji sînorên Tarajal û Benzu derbasî Ceutayê dibin.
Hikumeta Îspanyayê ku ji ber vê pêla penaberîyê rastî rexneyan hat, 60 leşker û zêdetirî 200 polîs û Guardia Civil şandin Ceutayê. Wezîrê Hundir Fernando Grande-Marlaska û Serokwezîr Pedro Sánchez îro serdana Ceutayê dikin da ku rewşê dawî li seheyê binirxînin. Wezareta Hundir soz da ku hemû kesên bi awayekî nedestûrî derbasî Îspanyayê bûne wê bên vegerandin.
Hêjayî gotinê Dadgeha Bilind a Îspanyayê ya vê mehê mercên vegerandina bilez a penaberên li deryayê tên girtin, bi sînor kiribû. Hin rayedarên Îspanyolî dibêjin ku tora qaçaxçiyan ji vê biryarê sûd wergirtine.
Krîza gulana 2021an
Di Gulana 2021an de, di navbera 8.000 û 10.000 penaber (piraniya wan ciwanên fasî û zarok bûn) di nava du-sê rojan de derbasî Ceutayê bûn. Ev pêla mezin piştî têkçûna alozîya dîplomatîk a di navbera Îspanya û Fasê de pêk hat. Derokê Enîya Polisarioyê Brahim Galî li nexweşxaneyekê qebûl kiribû û ev jî Fasê hêrs kiribû. Fas ji bo protestokirina Îspanyayê kontrolên sînorê nerm kir û bi hezaran kes bi avjenî û bi rêya bejahîyê ketin Ceutayê. Îspanyayê wê demê leşker û tank şandin ser sînor û piştre bi hevkariya Rabatê pêşî li vê pêlê girt.

Ku der e Ceuta?
Ceuta bajareke xweser ê Îspanyayê ye ku li bakurê Afrîkayê, li perava Deryaya Spî ye. Rûbera wê nêzîkî 18,5 km² ye û nifûsa wê li dora 85.000 kesî ye. Ji sedsala 15an û vir ve bajar di bin rêveberiya Îspanyayê de ye (pêşî Portûgal paşê Îspanya). Digel Melillayê, ew yek ji du bajarên Îspanyayê ye yên li ser axa Afrîkayê ne. Ji ber cîhê xwe yê stratejîk, Ceuta her dem xaleke giring a meseleyên koçberî, bazirganî û têkiliyên Îspanya-Fasê ne.


