Giravên Faroyê yên ku li bakurê Okyanûsa Atlantîkê cî digirin, di 29ê tîrmehê de Cejna Neteweyî Olavsoka (Ólavsøka) — pîroz dikin. Pîrozbahiyên ku li paytext Tórshavnê bi beşdariya hezaran kesî tên lidarxistin, nîşaneya herî zindî ya parastina nasname, ziman, sazîbûna siyasî û xweseriya gelê Faroyê ye.
Peyva Olavsoka ji latînî (vigilia sancti Olavi) tê û tê wateya “Şeva pîroz a Qral Olaf”. Ev roj bîranîna Qralê Norweçê Olaf II ye ku di 29ê tîrmeha 1030an de di Şerê Stiklestadê de hatîye kuştin. Her çiqas ev bîranîn di destpêkê de cejneke olî ya serdemên navîn bû jî, di nava sedsalan de li Giravên Faroyê veguherî bîranîneke neteweyî. Ew ne bîranîna serkeftineke leşkerî an daxuyaniyek serxwebûnê ye lêbelê sembola parastina zimanê faroyî, çanda resen û dezgehên rêveberiya xweser e.
Lagting: Yek ji parlamentoya herî kevn
Yek ji aliyên herî girîng ên Olavsokayê vekirina fermî ya Lagtingê (Parlamentoya Faroyê) ye. Lagting ku dîroka wê diçe heta sala 900an yek ji meclisên herî kevn ên cîhanê ye. Her sal di 29ê tîrmehê de, bi merasîmeke fermî parlamento rûniştina xwe nû vedike. Ev yek têkiliya rasterast a navbera hişmendiya dîrokî û xweseriya siyasî ya Giravên Faroyê de nîşan dide.
Giravên Faroyê
Giravên Faroyê ji 18 giravên mezin û piçûk ên li navenda bakurê Okyanûsa Atlantîkê pêk tên û nifûsa wê 54 hezar e. Gelê giravê bi eslê xwe endamê etnîsîteya nordîk e û zimanê wan ê fermî faroyî ye ku zimanekî cermenî ye. Ev taybetmendiya çandî û cografî di nava dîrokê de bingeha nasname û îradeya wan a xweseriyê ava kirîye.

Di qada dîrokî û siyasî de, girav di sedsala 19’an de bûn koloniyeke fermî ya Denmarkê. Piştî têkoşîneke dirêj a ji bo parastina nasname û hebûna çandî, di sala 1948an de Qanûna Xweserîyê ji aliyê Denmarkê ve hat derxistin. erêkirin. Bi vê qanûnê re Giravên Faroyê di rêveberiya xwe ya navxweyî de gava yekem ji bo otonomîyê avêtin. Pêvajoya berfirehbûna otonomîyê di sala 2005an de bi îmzekirina Peymana Takeleyê gihîşt asteke gelekî bilindtir. Bi vê peymanê, erkên rêveberiya herêmî gelekî berfireh bûn. Îro Giravên Faroyê di warê pergala darayî, ewlehiya navxweyî, polîs û siyasetên aboriyê de serbixwe ne. Wekî din, ev statu destûrê dide ku di saziyên navneteweyî û peymanên bazirganiyê yên herêmî de bibin xwedî temsîl.



