SerupelCivakBougainvilleê dîroka serxwebûnê eşkere kir: 1ê îlona 2030an

Bougainvilleê dîroka serxwebûnê eşkere kir: 1ê îlona 2030an

Nûnerên siyasî û civakî yên Herêma Otonom a Bougainvilleê di forûmeke dîrokî de li hev civiyan û 1ê îlonê ya sala 2030an wekî roja ragihandina serxwebûnê diyar kirin. Serokê Hikumeta Otonom Ishmael Toroama ragihand ku ew rêzê ji îradeya referandûma 2019an re digirin û ji bilî avakirina dewleteke serbixwe ti alternatîfeke din muzakere nakin.

Pêvajoya rizgariya neteweyî û avakirina dewletê li Herêma Otonom a Bougainvilleê ku li başûrê rojavayê Okyanûsa Pasîfîkê cî digire, gihîşt qonaxeke nû. Rêberên siyasî, şervanên berê û nûnerên civaka sivîl bi serokatiya Serokê Hikûmeta Otonom Ishmael Toroama û Cîgirê Serok Ezekiel Masatt di “Foruma Şêwirmendiyê ya Rêberên Serxwebûnê” biryareke hevpar li ser nexşerêya serxwebûna ji Papua Gîneya Nû (PNG) eşkere kirin.

Li gorî vê nexşerêya sê-qonaxî, biryar hate girtin ku heta sala 202’an amadekariyên saziyên herêmî û nivîsandina destûra bingehîn a dewleta nû temam bibin. Di navbera salên 2027 û 2030an de jî rêveberiya Bougainvilleê hemû erk û desthilatên dewletbûnê gav bi gav wê ji Papua Gîneya Nû bigire û amadekariya dawî ji bo ragihandina serxwebûnê ya di 1ê îlona 2030an de bike. Serok Ishmael Toroama teqez kir ku wan tenê erka ji bo cîbicîkirina encamên referandûmê stendîn e û ti mafên wan tune ye ku li ser alternatîfeke din muzakere bikin.

Ishmael Toroama/Foto: Department of Foreign Affairs – CC BY 4.0

Astengîyên li hember serxwebûnê

Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Papua Gîneya Nû amadekariyê dike da ku li ser erêkirina referandûmê deng bide. Rêveberiya navendî ya Papua Gîneya Nû ji bo erêkirina encamên referandûma serxwebûnê mercê guhertina destûrî xiste dewrê ku li gorî vê, divê herî kêm 89 ji 118 parlamenteran (rêjeya 3/4an) dengên erê bidin. Cîgirê Serok Ezekiel Masatt ev gav wekî astengiyeke neheq li hember îradeya 97,7% a gelê herêmê pênase kir û hişyarî da ku eger parlamentoya navendî serxwebûnê erê neke, Bougainville wê hemû danûstandinan rawestînin.

Paşxaneya dîrokî û şerê rizgariyê

Girava Bougainvilleê ku xwedî nifûseke nêzî 350 bin kesî ye, di dîrokê de ji ber hebûna çavkaniyên zêr û sifir rastî dagirkeriya hêzên koloniyalîst hat. Girav pêşî di destê Împaratoriya Almanyayê de ma û di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji aliyê Awistralyayê ve hat dagirkirin. Gava ku Awistralya di sala 1975an de vekişiya, berjewendiyên aborî bûn sebeb ku herêm bêyî îradeya gelê xwe tevlî Papua Gîneya Nû bê kirin.

Bouganville/Nexşe: Wikimedia Commons

Ji ber talankirina çavkaniyên xwezayî û zexta li ser nasnameya neteweyî, Artêşa Rizgariya Bougainvilleê di sala 1988an de şerê çekdarî da destpêkirin. Di vê têkoşîna dijwar a 10 salan de nêzîkî 15 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2001ê de bi peymana aştiyê otonomiyeke bisînor hat naskirin û rê li ber biryardana çarenûsê hat vekirin. Pêvajoya ku bi referandûma serxwebûnê ya 2019an gihîştibû lûtkeyê (ji 98% dengên erê hat dayîn), îro bi biryara 2030’an gav bi gav ber bi dewletbûna tam ve dimeşe