Şewata mezin a daristanan ku nîv-girava Îberyayê û başûrê Fransayê girtibû bin bandora xwe, berdewam dike. Agirê ku bi rojan nikare bê vemirandin bi germahîyê û bayên gur re ji kontrolê derket û rasterast berê xwe dan navçeyên li dora paytext Madrîdê.
Duh êvarê, bayê dijwar xeta yekem a parastinê ku tîmên agirkuj amade kiribû şikand û şewat gihîşt wargehên niştecîyan. Ji ber van şewatên herî giran ên di dîroka her du welatan de, zêdetirî 325 hezar kesan li herêma Girondeyê ya li başûrê rojavayê Fransayê û li nêzîkî Madrîda paytexta Îspanyayê terka malên xwe kiribûn. Tenê di rojekê de, zêdetirî 3,000 kesî ji gund û bajarokên li bakurê Madrîdê û ji herêma Girondeê ya Fransayê bi lezgînî hatibûn valakirin.

Bordeaux rastî xetereyê hatibû
Ji aliyekî din ve, Bordeaux ku bajarekî mezin ê Fransayê ye û li ber kevîya Okyanûsa Atlantîkê cî digire, bi xetereyeke rasterast re rû bi rû mabû. Şewata daristanan heta 15 kîlometreyan nêzîkî Bordeauxê bibû. Ev bajarê ku bi qada xwe ya metropolî ya mezin mazûvaniya 850 hezar niştecîhan dike û wekî navendeke sereke ya pîşesaziya hewavanî û şerabê ya Fransayê tê nasîn, ketibû rewşa alarmê.
Ji bo rûbirûbûna vê karesatê, Fransayê û Îspanyayê balafirên taybet ên avê (Canadair) xistin dewrê û bang li saziyên Yekîtiya Ewrûpayê kiribûn da ku alîkariyê herêma karesatê bikin.



