Îro di 24ê tîrmeha 2026an de, tam 103 sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibin. Di vê roja dîrokî ya di sala 1923an de, li Qesra Beau-Rivage û Palais de Rumine ên li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, hebûna Komara Tirkîyeyê bi fermî nas kirin.
Dema ku nûnerên Tirkîyeyê Ismet Inönü li aliyekî û dewletên serketî yên Şerê Cîhanê yê Yekem (Brîtanya, Fransa, Îtalya, Yûnanistan û yên din) li aliyê din rûniştin, xewna kurdan a ji bo azadî û serbixwebûnê li ser maseya bazirganiya siyasî hate firotin.
Sozên Enqereyê û bazirganiya hêzên cîhanî
Beriya Lozanê, di sala 1920an de Peymana Sevrê (Treaty of Sèvres) hatibû amadekirin. Di xala 62 û 64an a Sevrê de, cara yekem di hiqûqa navneteweyî de naskirina herêmeke xweser û pişt re avakirina dewleteke serbixwe ji bo kurdan hatibû nivîsandin. Ev ji bo kurdên ku piştî hilweşîna Împeratoriya Osmanî li benda mafên xwe bûn, hêviyeke mezin bû.
Lê belê di navbera salên 1920-1923an de dînamîk bi tevahî guherîn. Siyaseta tevgera Enqereyê ya bi rêberiya Mustafa Kemal di destpêkê de li ser bingeha “rizgarkirina axa Osmanî bi hevkariya kurd û tirkan” meşand û di dema şer de soza birêveberiyeke hevpar û xweseriyê da kurdan.Lêbelê piştî ku desthilatdarî hate misogerkirin,ev soz bi temamî hatin jibîrkirin.
Di heman demê de, hêzên cîhanî jî tenê li pey berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bûn; ji bo Brîtanyayê kontrolkirina herêma dewlemend a petrolê ya Mûsil-Kerkûkê ji maf û xweseriya kurdan gelekî girîngtir bû. Fransa jî bi tenê li pey ewlehî û parastina sînorên Sûriyeyê yên di bin kontrola wê de bûn. Di encamê de daxwazên neteweyî yên gelê kurd li ser maseya bazirganiya van hêzan hatin qurbankirin.
Bi vê yekê re, Konferansa Lozanê ku çend meş dom kir, xalên Sevrê yên derbarê kurdan de bi temamî betal kir. Nûnerên kurdan ên ku xwestin tevlî konferansê bibin, ji aliyê hêzên navneteweyî ve nehatin qebûlkirin.
Parçebûna Kurdistanê
Nîqaşên li Lozanê bi taybetî li ser xêzkirina sînorên nû yên Komara Tirkiyeyê bûn. Di encama îmzakirina peymanê de:
Bakurê Kurdistanê: Bêyî ku nêrîna gelê herêmê bê pirsîn, bi fermî ket bin serdestî û kontrola dewleta Tirk a nû.
Başûrê Kurdistanê: Di bin navê “Kêşeya Mûsilê” de manewra hatin kirin û di sala 1926an de bi Peymana Enqereyê re bi tevahî tevlî herêma Iraqê ya di bin kontrola Brîtanyayê hat kirin.
Rojavayê Kurdistanê: Bi xeta rêya hesinî (Xeta Bexdayê) re ji Bakur hat qutkirin û ket bin kontrola Fransayê ku Sûrîye di destên wê de bûn.
Rojhilatê Kurdistanê: Jixwe di bin serdestiya Şahtiya Îranê de mabû û ev sînor nehatin guherandin.
Îxaneta dîplomasîya navneteweyî
Peymana Lozanê di xalên xwe yên 37 heta 45an de tenê mafên kêmarên yên olî (cihû, ermenî û yûnan) pejirandin. Kurd ku neteweyeke resen a vê axê bûn, ne wekî “kêmar” û ne jî wekî “neteweyekî xwedî maf” hatin dîtin. Ev valahiya hiqûqî rê li ber polîtîkayên asîmîlasyonê, qedexekirina ziman û guherandina navên cografî vekir.
Sed salek û birîneke xedar
Encamên Lozanê ji bo kurdan nebûn tenê guherîna nexşeyê; lêbelê bûn destpêka serdemeke krîtîk a serhildan û têkçûnan. Zextên ku li bakurê Kurdistanê dest pê kirin, bûn sedema Serhildana Şêx Seîd (1925), Agirî (1930) û Komkujiya Dêrsimê (1937-38).
Îro piştî sedsalekê, herçend li başûrê Kurdistanê herêmeke federal û li Rojavayê Kurdistanê birêveberiyeke xwedî xweserîyeke dorteng a de facto hebe jî, bandora Peymana Lozanê hîn jî bi parastina sînorên siyasî, dorpêça aborî û talana xwezaya Bakur wekî astengîya sereke di cîyê xwe de maye. Ji bo civaka Kurdî, Lozan sembola neheqiya cîhanî û îxaneta dîplomasîyê ye. Lozanê ligel parçekirina cografyaya Kurdistanê, derbek giran li netewesazîya kurdan xist.Ji ber vê yekê, Lozan ji bo hafizaya kolektîf a kurdan ne tenê peymaneke dîrokî ye ku di arşîvan de maye;lêbelê sembola parçebûnê û xencera herî kûr a diplomasiya navneteweyî ye.



