Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Andy Burnham, daxuyand ku ew li dijî bangên ji bo lidarxistina referandumeke nû ya serxwebûnê li Skotlandê ye. Burnham diyar kir ku daxwazên skotlandiyan ên ji bo biryardarîya herêmî fam dike, lê belê rêya rast ne veqetîna ji Qraliyeta Yekbûyî ye. Li gorî Burnham, li şûna referandumeke ku welat parçe bike, divê sîstema siyasî ya Brîtanyayê ji nû ve bê birêxistinkirin.
Meseleya serxwebûna Skotlandê ji referanduma sala 2014an vir ve nehatîye çareserkirin. Her çiqas piranîya skotlandiyan di sala 2014an de ji referandumê re gotibin “Na”, piştî biryara Brîtanyayê ya derketina ji Yekîtiya Ewrûpayê (Brexit), alîgirên serxwebûnê daxwaza referanduma duyemîn dikin.

Lêbelê, Andy Burnham balê dikişîne ser modela Federalîzmê. Burnham destnîşan dike ku eger London desthilata xwe bi herêman re parve bike û mafên zêdetir bide Parlamentoya Skotlandê û herêmên din ên Îngilistanê, wê demê hewcedarî bi hilweşandina Qraliyeta Yekbûyî namîne.



