SerupelNûçeBelçîka: Serxwebûn, reform û federalîzm

Belçîka: Serxwebûn, reform û federalîzm

Di Roja Neteweyî ya Belçîkayê de em ê bi vê gotarê bala xwe bidinê rêwîtiya ku piştî Şoreşa 1830an serxwebûna xwe bi dest xist û bi reformên siyasî veguherî yek ji modelên federal ên herî serkeftî yên cîhanê. Dîroka Belçîkayê nîşan dide ku rêveberiya cihêbûnên zimanî û çandî dikare bibe bingeha aramî, demokrasî û pêşketinê.

21 tîrmehê Roja Neteweyî ya Belçîkayê ye. Ev roj ne tenê bîranîna hilbijartina Qralê yekemîn, Leopold I di sala 1831’an de ye, lê di heman demê de nîşana destpêka dewleteke nû ya serbixwe ye. Belçîka nêzîkî du sedsalan ji welatekî navendîparêz veguherîye yek ji dewleteke herî pêşketî yê federal.

Piştî têkçûna Împaratoriya Napolyon, di Kongreya Viyanayê (1815) de erdên îro yên Belçîkayê tevlî Hollandayê hate kirin. Armanca hêzên Ewrûpayê ew bû ku li dijî Fransayê dewleteke bihêz a tampon ava bikin. Lê ev yekîtî ji destpêkê ve bi pirsgirêkan re rû bi rû ma. Cudahiyên zimanî, olî, aborî û siyasî di navbera her du beşan de her ku diçû zêde dibûn. Di tebaxa 1830’an de serhildaneke li hemberê holandîyan li Brukselê dest pê kir û di demeke kurt de belav bû. Serhildan veguherî şoreşekê û Belçîka di demeke kurt de serxwebûna xwe ragihand.

Di sala 1831an de destûreke bingehîn hate pejirandin ku di wê demê de yek ji destûrên herî pêşketî yên Ewrûpayê dihat hesibandin. Çend sal şûn de jî hêzên mezin ên Ewrûpayê serxwebûna Belçîkayê nas kirin û dewleta nû cihê xwe di nav civaka navneteweyî de girt.

Belçîka ji destpêkê ve modela monarşiya destûrî û pergala parlamenter hilbijart. Ev hilbijartin bingeha domdariya siyasî ya welêt bû. Di sedsala nozdehan de, Belçîka bû yek ji welatên pêşeng di Şoreşa Pîşesaziyê de. Rêyên hesinî, kargeh, bazirganî û pêşketina teknolojiyê aboriya welêt bi lez mezin kir. Ev pêşketin şert û mercên jiyanê jî guherandin û Belçîka kir yek ji navendên aborî yên Ewrûpayê. Herçend welêt di Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de zirareke mezin dît jî, piştî şeran dîsa bi lez xwe ava kir û di avakirina Ewrûpaya nû de roleke girîng lîst.

Charles Rogier tevlî 250 welatparêzên ji Liege diçe Brukselê. (Wêne: Charles Soubre, 1878)

Federalîzm: Bersiva ji bo cudahî

Belçîka welatekî pirzimanî ye. Li bakur piraniya gel bi flamanî diaxivin, li başûr fransî serdest e û li rojhilat jî komeke biçûk zimanê almanî diaxivin. Di salên dawî yên sedsala 20. de diyar bû ku pergala heyî nikare bersiva hemû daxwazên van herêm û civakên cuda bide. Ji ber vê yekê, welêt bi gav bi gav reformên destûrî pêk anî û gelek erkên  navendî di navbera zêdetir da herêm û civakên zimanî de parve kir.

Di sala 1993an de Belçîka bi fermî bû dewleteke federal. Îro herêm û civakên wê di warên wekî perwerdehî, çand, hin beşên tenduristî û gelek karûbarên navxweyî de xwedî erkên berfireh in. Hikûmeta federal berpirsiyariya mijarên wekî parastin, darayî û karûbarên derve digire ser xwe.Tecrûbeya Belçîkayê nîşan dide ku federalîzm dikare bibe rêyek ji bo rêvebirina cihêbûna zimanî û çandî û di heman demê de yekîtiya dewletê jî bidomîne.

Destkeftiyên nêzîkî du sed salan

Îro Belçîka di nav welatên herî pêşketî yên cîhanê de cih digire. Aboriya wê xurt e, pergala tenduristî û xizmetên civakî di asta bilind de ne û zanîngehên wê navdar in.

Bruksel ku paytexta welêt e, bûye yek ji navendên siyasî yên herî giring ên cîhanê. Gelek saziyên Yekîtiya Ewrûpayê li vir in û navenda NATO jî li Brukselê ye. Ev yek bûye sebeb ku Belçîkaya ji alîyê cografya û nifûsê welatekî biçûk e, di siyaset û dîplomasiya navneteweyî de roleke mezin bilîze.

Li gel vê yekê, welêt ji bo parastina mafên zimanan jî tê naskirin. Zimanên fermî yên welêt li gorî herêman xwe serwer in û çand û perwerdehî erkên herêmî ne. Ev model destûrê dide ku meseleyên ziman û civakên cuda bi rêyên demokratîk werin çareserkirin.

Nexşeya Qralîyeta Holandayê ya 1815an. Parêzgehên li başûr Belçîkaya siberojê pêk anîn.

Dersên ji tecrûbeya Belçîkayê

Dîroka Belçîkayê hem çîroka serxwebûnê ye hem jî mînaka bikaranîna dewletê ji bo reform, diyalog û pêşketinê ye. Federalîzm li Belçîkayê amûreke ji bo parastina yekîtiya welêt û di heman demê de naskirina taybetmendiyên herêm û civakan e. Ev tecrûbe nîşan dide ku cihêbûna zimanî an çandî ne mecbûr e bibe sedema alozîyên kûr. Bi gotineke din, eger pergala siyasî bikaribe dengê her aliyekî bibihîze, ew dikare bibe bingeheke ji bo aramî û pêşketinê.

Belçîka di vî warî de ji bo cîhanê me ya ku etnîk û zimanî dibe sebeba alozî û şer modeleke bihevrejîyanê pêşkêş dike. Ji bo neteweyên cihêreng, mafên zimanî, rêveberiya herêmî û beşdarbûna demokratîk ne tenê mînakên teorîk in, lê di tecrûbeya Belçîkayê de bûne beşek ji jiyana rojane ya pergala federal.