Di 17ê Hezîranê de, 90 sal di ser destpêkirina Şerê Navxweyî yê Îspanyayê (1936–1939) re derbas bûn. Ev şerê ku wekî yek ji şerê herî bixwîn ê dîroka Ewrûpayê tê qebûlkirin, ne tenê şerekî navxweyî ye lê di heman demê de wekî provaya Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî di dîrokê de cih girt.
Şer di 17ê tîrmeha 1936an de bi serhildaneke leşkerî ya birêxistinkirî li dijî hikumeta Komarger dest pê kir. Gava derbeya yekem nekarî tevahiya welat bixe bin kontrola xwe, şerekî dijwar ê navxweyî dest pê kir. Di demeke kurt de welat bû du perçe: Neteweperestên ku ji aliyê katolîk, artêş û xwediyê erdan ve dihatin piştgirîkirin, û Komarger ku ji karker û çîna navîn pêk dihatin.
Bi midaxaleyên hêzên derve di demeke kurt de Îspanya bû laboratûwara projeyên îdeolojîk ên qada navneteweyî. Neteweperestên di bin serokatiya General Francisco Franco de alîkarî ji Îtalyaya faşîst û Almanyaya Nazî girtin. Li aliyê din, Komarger ji Yekîtiya Sovyetê destekê girtin û li derdora 40,000 dilxwazên biyanî (Tûgayên Navneteweyî) di bin banê Komargeran de şer kirin. Di dawiya sala 1936an de Neteweperestan dor li Madrîdê girtin. Heta sala 1938an, eniyên Komargeran gav bi gav lawaz bûn û di adara 1939an de, bi ketina Madrîdê re şer bi dawî bû.

Encamên şer
Encamên vî şerî ji bo Îspanyayê û cîhanê pir giran bûn. Tê texmînkirin ku nêzîkî 500,000 mirov di şer, bombebaran û înfazan de jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 250,000 serbazên Komargeran û bi hezaran sivîl neçar man birevin Fransayê.
Bi serkeftina General Franco re, li Îspanyayê dîktatoriyeke dirêj a faşîst hat avakirin. Ev şer ji bo Almanya û Îtalyayê bû qada ceribandina teknîkên nû yên balafir û tankan. Her weha, hunermendên mîna Pablo Picasso bi şahesera xwe ‘Guernica’ û Ernest Hemingway bi pirtûkên xwe ev hovîtî gihandin nifşên paşerojê.



